19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Di hefteya 11an a Lîga Super a Spor Totoyê da Fenerbaxçeyê sibê li Galatasarayê pêşwazî bike.
Fenerbaxçeya ku di destpêka heyamê da performanseke baş nîşan neda her diçe performansa xwe pêş dixe û Galatasaraya ku di destpêka heyamê da çalak bû jî di van hefteyên dawîn da performansa wê ketiye û ew ê sibê bên pêşberî hev.
Galatasaray bi 20 puanê va di rêza 3yan da ye û Fenerbaxçe jî bi 18 puanî va di rêza 5an da ye.
Misebeqeyê di saet 20.00î da li Stada Ulkerê bê lîstin û hakemê pêşbirkê jî Cuneyt Çakir e.