09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Di 27emîn Lîga Super a Spor Totoyê de sibê Galatasaray û Medîpol Başakşehîr wê bên pêşberî hev.
Pêşbirka Galatasaray û Medîpol Başakşehîrê wê li Stada 3yemîn a Stenbolê ya Başakşehîrê ya Fatîh Terîmê di saet 20.00an de dest pê bike. Hakem Cuneyt Çakir wê pêşbirkê bi rê va bibe.
Galatasay di Lîga Super de rêza 3yemîn de cih digre û puanê wê jî 49 e. Tîma sor û zer wê hewl bide ku reqîbê xwe têk bibe.
Di heyama ewil a sezonê de herdu tîm li Turk Telekom Arenayê hatibûn pêşberî hev û tîma Medîpol Başakşehîrê 2-1 Galatasaray têk biribû.
- 3 futbolîst dî sînorê cezayê de ne
Di tîma Galatasarayê de 3 futbolîst dî sînorê cezayê de ne.
Selçuk Înan, Nîgel de Jong û Eren Derdiyok sibê heke karta zer bibînin wê cezayê bixwin û nikaribin di pêşbirka li hember Fenerbahçeyê de bilizîn.