Türkan Tosun
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
Li Enqereyê Zelîha Ozsoz û Haydar Şahanê ku di mala kal û pîran de hevdu nas kirin, zewicîn.
Ozsoza 66 salî di mala kal û pîran de Haydar Şahan (76) nas kir û biryar da ku bi wî re bizewice.
Ozsoz beriya mehrbirînê ji nûçegihanê AAyê ra behsa hestên xwe kir û got beriya vê ew sê caran zewiciye, ev jî zewaca wê ya çaremîn e.
Ozsoz got ji mêrê wê yê berê du zarok, ji mêrê wê yê duyem jî zarokeke wê heye û di sala 2014an de wê mêrê xwe berdaye.
Der barê kêfxweşiya xwe da Ozsoz wiha axivî: "Me ji hevdu hez kir û biryar da ku em bizewicin. Em pir kêfxweş in, em hevdu hez dikin. Ez pir kelecan im, pir bextewar im. Qîzeke min hat ji bo merasima mehrbirînê, ya din nehat. Li Almanyayê kurekî min heye, çar sal e ne telefon dike û ne jî halê min dipirse. Ji ber ku li min xwedî derneketin, min jî biryar da ku ez bizewicim."
Haydar Şahanê ku 17 sal berê jina wî miriye jî wiha got: "Cara ewil dema min ew dît bi tena serê xwe rûdinişt. Min jê pirsî ka westiyaye an na, bi min re eleqedar nebû. Paşê li ser xwarinê bi min ra axivî. Em bi hev ra çûn û hatin, me dît ku em hevdu hez dikin. Hevalên me jî ji me ra gotin 'bizewicin'. Me ji midûrên xwe ra got, wan jî biryar da ku em bizewicin. Ew çar caran zewiciye, lê ez ji ber vê ne acizim. Min her tişt ji bîr kir. Cihekî me yê din ê ku em herin tune. Emê nefesa xwe ya dawîn li vir bidin. Xwedê zevalê nede dewleta me. Ev der cihekî pir baş e, hemû hewcedariyên me didin."