Abdullah Tel
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
ŞIRNAK
Gava ewil a "Projeya 300 pezî" ya Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê, li Şirnexê dest pê kir û gelek bi kêrî heywandarên serî li projeyê dabûn hat.
Projeya ku bi Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê dabû dest pêkirin li Şirnexê bi navbeynkariya Midûriyeta Giştî ya Saziyên Çandiniyê (TÎGEM) va ket rewacê.
Li bajêr heywandarên ku di çarçoveya "Projeya Heywandariya Pez a Bipeyman a Şert û Mercên Hilberîner" da pezên xwe hildan ji ber ku wê vî karî bikin gelek kêfxweş in.
Heta niha li Şirnexê pezên 4 kesên serî li projeyê dabûn teslîmî wan hatin kirin û serlêdana 37 kesan jî hat erêkirin.
Xwediyên pez li benda rakirina qedexeya derketina zozanan e û ji bo pêşerojê jî êdî zêdetir bi hêvî ne.
- "Ev projeyeke xêra Xwedê ye"
Mehmet Sîraç Saglam ê ku li Basaka gundê ser Îdila navçeya Şirnexê rûdinê û ji projeyê îstifade dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 78 pezên wî hebûn û di çarçoveya projeyê da jî 222 mêşin teslîm hildan û bira wî gihîşt 300 pezî.
Saglam ragihand ku ew ji ber projeyê gelek kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Miletê me yê li herêmê ji xwe bi heywandariyê ra mijûl e û çêregehên me jî ji bo vê yekê musaît in. Ez wisa bawer dikim ev proje wê gelek bi kêr bê. Ev projeyeke xêra Xwedê ye. Em ji şîr û heriya pez jî dikarin îstifade bikin. Ev pezên me înşeallah sala pêş me wê bibe 600 pez. Ev proje ji bo hemû kesên ku bi heywandariyê ra eleqedar dibin xêra Xwedê ye."
Ji heywandaran Halîl Kadandir jî got ku 100 mêşinên wî hebûn û di çarçoveya projeyê da 200 mêşinên din jî hildan û wiha dewam kir: "Ev proje ji bo kesên bi heywandariyê ra eleqedar dibin gelek baş e."
Yusuf Altin ê li Pinarbaşiya gundê Îdilê heywandariyê dike jî got ku ew rojê bi qasî 15 saetan li ser karê xwe ne û pirsgirêka wan a herî mezin jî qedexeya li ser çûna zozanan bû û bi rakirina wê jî bêhna wan derket û wiha domand: "Ew 300 pezên me di çarçoveya projeyê da hilda ji bo me bû wek derman. Em niha ji şîr, mast û hirîya wan îstifade dikin û her sal wê heywanên me zêde bibin."
- "Eleqeyeke mezin nîşanî projeyê didin"
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê bajêr Bekîr Kiliç destnîşan kir ku Şirnex bi taybetî di qada xwedîkirina pez da cihekî muhîm e û wiha dewam kir: "Şirnex ji bo xwedîkirina pez dereke pir musaîd e û zozan û çêregehên wê yên gelek baş hene. Ez wisa bawer dikim ku li Şirnexê ev proje wê gelek bi pêş bikeve. Li bajêr bi qasî 800 mêşin me li 4 kesan bela kir û serlêdana 37 kesan jî qebûl kir."