LONDRA
"Mitînga Demokrasî û Şehîdan" a ku li Yenîkapiyê hat kirin û milyon beşdar bûn, di medyaya Ewropayê da deng veda.
BBCya saziya weşanê ya Birîtanyayê piştî hewla derbê ya FETO ji ber ku weşana alîgir dikir, rastî bertekan hat, lê vê carê mitînga Yenîkapiyê ya dîrokî bi sernava "Li Tirkiyê dijî derbê xwepêşandaneke mezin" va ragihand.
Ji nûçegihanên BBCyê Bethany Bell bi Ferhad Ercumenê ku li gor malpera saziyê ji 15ê tîrmehê heta niha her şev tevî nobetên demokrasiyê bûye ra hevpeyvîn kir.
Ercumen di hevpeyvînê da got: "Em bi gelê xwe bawer in, bi demokrasiya xwe bawer in. Em ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo nîşandana yekîtiya xwe, bi lidarxistina xwepêşandanan, tên ba hev. Hemû derbe bi şev çêbûn, nava rojê nikarin tiştekî wiha bikin. Lêbelê ji 15ê tîrmehê vir va mirov ranazên. Heke razên jî li kuçeyan radizên. Parastina serxwebûn û demokrasiya xwe didomînin. Li vî welatî wê tu carî destûra hewla derbê neyê dayîn."
Reutersê jî bi sernava "Bi sedhezaran tirk, bi bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ji bo lenetkirina hewla derbê ya neserketî dicivin" va mitînga Yenîkapiyê ji xwendevanên xwe ra ragihand.
- Corriere della Sera: “Lehiya mirovan”
"Mitînga Demokrasî û Şehîdan" di çapemeniya Îtalyayê da jî deng veda.
Corriere della Sera li welêt gelek tê xwendin û li ser malpera xwe mitîng zindî weşand.
Di nûçeya rojnameyê da sernava "Li Stenbolê mirov wek lehiyê herikîn mitînga piştevaniya Erdogan". Rojnameya La Stampayê jî di malpera xwe ya înternetê da wiha got: "Bi hezaran mirov piştî derbê ji bo Erdogan li meydana ne".
Rojnameya La Repubblicayê jî li ser malpera xwe wiha got: "Li Stenbolê bi Erdogan ra lehiya mirovan". Di nûçeyê da got ku Serokomar Erdogan bi serokên mixalefetê ra li dijî hewla derbê ya FETO 3 milyon kes civandin.
Kanala Îtalyayê ya Rainews24ê jî bi rêya nûçegihanê xwe mitîng zindî li ser ekranê xwe weşand. Kanalê got ku bi milyonan mirov ji bo Serokomar Erdogan daketin qadan. Ajansa nûçeyan a Îtalyayê ANSAyê jî di nûçeya xwe da wiha got: "Li Stenbolê ji bo demokrasiyê mitînga mezin. Li meydanê Erdogan û serokê mixalefetê jî heye."
Le Fîgaroya rojnameya Fransayê jî li ser malpera xwe wiha got: "Mitînga girseya mezin a li Stenbolê dest pê kir".
Kanala "France 24"ê di nûçeya xwe ya bi serenava "Bi sed hezaran tirk ji bo ku piştgiriyê bidin Erdogan li Stenbolê ne" de got ku gelê tirk li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li hember derbeyê bertek nîşan bidin li hev civiyan. Di nûçeyê de hat gotin ku serokên partiyên muxalefetê CHP û MHP jî beşdarî mitîngê bûn.
Kovara frensî Le Point, di malpera xwe ya înternetê de nivîsî ku, li Tirkiyeyê 3 heftene li hember hewla derbeyê mitîng çêdibin û serokên partiyên siyasî jî beşdarî mitînga dawîn bûn.
Rojnameya Bildê, malpera Spîegelê, rojnameya Frankfurter Rundschauyê jî behsa mitînga li Yenîkapiyê kirin û gotin ku ev mitînga herî mezin e ku heta niha hatiye li dar xistin.
Rojnameya almanan Rheinische Postê jî li ser malpera xwe got ku bi sed hezaran tirk çûne mitîngê.
- "Yenîkapi wek deryaya mirovan e"
Kanala VTMyê ya Belcîkayê jî got ku 3 milyon tirk çûne mitînga Yenîkapiyê û got ku Yenîkapi wek deryaya mirovan qerebalix e.
Kanala frensî RTBFyê di weşana xwe de got ku qada mitîngê ji du saet berê ve tije bûye, bi tenê alayên tirkan li qadê hatine hejandin.
Kanala dewletê ya Awusturyayê ORFyê got ku li Stenbolê bi sed hezaran tirk li qada mitîngê kom bûn, serokên partiyên muxalefetê CHP û MHP jî beşdarî mitîngê bûn, lê HDP nehat vexwendin.
Rojnameya Kurierê jî li ser malpera xwe ya înternetê got ku bi sed hezaran kes beşdarî mitîngê bûn, 15 hezar polês hatin wezîfedarkirin, serokên partiyên muxalefetê CHP û MHP beşdarî mitîngê bûn, lê HDP nehat vexwendin.
Rojnameya Die Presseê jî sernava "Erdogan di xwepêşandana li Stenbolê da hêza xwe pîroz dike" avêt û bal kişand ku li ser banga serokê dewletê, bi sedhezaran kes beşdarî mitîngê bû. Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Roja yekşemê Yenîkapiya Stenbolê, bû deryaya alaya sor."
Rojnameya Swîsreyê ya bi almanî 20 Minutenê jî di nûçeya xwe da bal kişand ku piştî hewldana derbeyê sed hezaran kes seba "peyama yekîtiyê" li Stenbolê hatin cem hev.
- "Tirkiye li demokrasiyê xwedî derdikeve"
"Mitînga Demokrasî û Şehîdan" di çapmeniya Swêdê da jî rengekî mezin veda.
Têlevîzyona dewletê ya Swêdê SVTyê bi sernava, "Seba Erdogan mitînga mezin" va bernameya dîrokî ji bînerên xwe ra ragihand. Radyoya dewletê ya Swêdê EKOTê jî ji bo mitîngê sernava "Tirkiye li demokrasiyê xwedî derdikeve" bi kar anî. Di nûçeyê da jî cî dan vê îfadeyê, "Neteweperestên tûj MHP, Kemalîst û nêzîkî çepê CHP piştgiriyê didin partiya hikûmetê AKPyê."
Ji hêla din welatiyên Tirkiyê yên li dervayê welat jî eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê dan. Tirkên li Bulxaristanê seba temaşekirina mitîngê li ber têlevîzyonan kom bûn.
- "Li Tirkiyê coş û kelecan"
Rojnameya Dnevnî Avaz ku mezintirîn rojnameyeke Bosnayê ye, di rûberga xwe ya înternetê da bi sernava, "Bi sed hezaran tirk, li ser banga Erdogan kom bûn" nûçeyek belav kir û tê da cî da hûrguliyên mitînga Yenîkapiyê.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sirbistanê Tanjugê jî mitîng, bi sernava, "Bi sedhezaran însan seba ku piştgiriyê bidin Serokomar Erdogan, kom bûn" va ragihand û wêne û dîmenên mitîngê belav kirin. Malpereke nûçeyan a Xirwatistanê, Dnevnikê jî di nûçeya xwe "Li Tirkiyê coş û kelecan" da bal kişand ser diruşmên beşdarbûyên mîtingê yên mîna, "Erdogan, tu lutfekî Xwedê yî", "Bêje bimre em bimrin". Herwisa di nûçeyê da hat gotin ku li Stenbolê 3,5 milyon kes civiya.
Malpera nûçeyan a Montenegroyê Vijestiyê jî di nûçeya xwe ya der heqê mitîngê da sernava "Li Tirkiyê sedhezaran însan di mitînga Erdogan da civiya."
news_share_descriptionsubscription_contact
