ANKARA / ANALÎZA BIGRAFÎK
Trafîka dîplomasiyê ya ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê zêde bû û pozîsyonên aktorên navneteweyî girîng dibin. Koma Tirkiye, Qatar û Erebistana Siûdî dixwazin ku mixalifên rastîn li ser masê rûnin û salnameyeke ku dawî li îqtidara Esed bîne bê tetbîqkirin lê DYA digel tewîzên ku da Rûsyayê jî tercîh dike ku Esed di wedaya navîn de dev ji birêvebiriyê berde. Rûsya û Îran jî digel hin cudahiyên berjewendiyên di navbera xwe de hewl didin ku teqez rejimê biparêzin.
Hevdîtinên Cenewreyê yên hedefa wan ew e ku ji qeyrana Sûriyeyê re çareseriyeke siyasî bibîne rejima Esed û heyeta mixalefetê tîne bal hev dê 29ê kanûna paşîn roja înê dest pê bike.
Di mizakereyan de her du alî dê rasterast li ser maseyê rûnenin û hevdîtinên dualî nekin lê dê wekî têkiliyên nerasterast bên kirin. Tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura jî bi kes û komên ku vexwend Cenewreyê re hevdîtinên cuda cuda bike.
Hevdîtin dê roja înê dest pê bikin lê hêj tam diyar nebûye ka dê kengî xilas bibin û dê kî beşdar bibe. Mizakere wisa hatin tesewirkirin ku dê aliyên eslî yên mizakereyan rejim û mixalif bin, aliyên sêyemîn dê ratserest nebin xwediyê gotinê.
Nûnerên 17 welatên endamên Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîneya Ewropayê (YE) û Yekîtiya Ereban jî dê di hevdîtinan de bi wesfê hêsanker amade bin. Formata hevdîtinan jî rê dide ku nûnerên rejim û mixalefetê jî bi rayedarên welatên cur bi cur re bên bal hev. Koma navborî ji Tirkiye, DYA, Erebistana Siûdî,Qatar, Rûsya, Îngilistan, Fransa, Almanya,Çîn, Misr, Îran, Iraq, Îtalya, Urdun, Lubnan, Umman û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî pêk tên.
Aktorên navneteweyî yên di pêvajoyê de bi tesîr in jî Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qatar, DYA, Rûsya Îran in.
Rojeva hevdîtinan jî tetbîqkirina nexşereyê ya li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê ya bi nimreya 2254an xistin bin qeydê ye. Li gor vê di bin serkêşiya sûriyeyiyan de di nav 6 mehên ewil de ango heta hezîrana 2016an divê alî dawî li mizakereyan bînin û hikûmeta berwext ava bikin, di vê navberê de di sehayê de agirbest çêbe. Li pêy vê jî di nav 12 mehan de jî amadekirina destûra bingehîn û kirina hilbijartinên adil tê armanckirin.
- Helwesta Tirkiye, Qatar û Erebistana Siûdî
Tirkiye piştgiriyê dide ku ji bo qeyrana Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Mijara ku Tirkiye di mizakereyan de balê dikşîne çêkirina plana çareseriyeke rasteqîn û yê ku mirov dikare tetbîq bike ye. Tirkiye balê dikşîne ku heke Esedê ku ji mirina sedhezaran kesî berpirsyar e di îqtidarê de bimîne ev yek ne ji aliyê civakê ve, ne ji aliyê rêxistinên mixalif ve tê qebûlkirin. Tirkiye bi israr e ku salnameyeke ku li ser jipeywirdûrketina Esed hatiye amadekirin bê çêkirin.
Hilbijartina kesên ku dê beşdarî mizakereyan bibin hiştin destê Mîstûra û Rûsyayê di vê mijarê de giraniya xwe da hîskirin û vê yekê xetereya xirakirina temsîla mixalefetê derxistibû holê.
Tirkiye bal kişand vê xetereyê û ji civaka navneteweyî re qal kir ku Komîsyona Bilind a Mizakereyan a berfireh a ku di civîna Riyadê de hat avakirin, tekane û sereke nûnerê mixalifan e. Rûsya jî hewl dide ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê wekî rêxistineke mixalif bide qebûlkirin û DYAyê ku piştgirî da rêxistinê jî ligel wî cî girt. Lê belê li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin aliyê DYAyê di encama tehdeyên mezin ên Tirkiyeyê paş de gav avêt. Bi vî awayî berî hat girtin ku Mîstûra ji rêxistinê re dawetiyeya mizakereyê bişîne.
Tirkiye dijî qelskirina komên mixalif ên ku têkiliya wan bi terorê re tune ye û Tirkiye di polîtîkaya Sûriyeyê de tam jî wekî Qatar û Erebistana Siûdî difikire.
Her sê welêt piştgiriyê didin ku mixalefeta meşrû beşdarî mizakereyên li Cenewreyê bibin û bombebaran ser sivîlan a li welêt, eblûqe û rewşên derveyî mirovahiyê bînin rojeva civaka navneteweyî û dema ku hewce bike jî bi rejimê re mizakereyan bikin.
- Rûsya û Îran di "Sûriyeyekî bi Esed re" de israr dike
Girîngiya Rûsyayê ya li Sûriyeyê ew e ku rejima Esedê ku mitefîkê wî yê kevnar e biparêze. Rûsya hewl dide ku avantajên xwe yên eskerî bi kar bîne û mixalifan rawestîne. Rûsya ev 4 meh in ku gelekî êrîşên hewayî dike û bi êrîşên hewayî armanca wî ew e ku Esed di mizakereyan de bi serkeftineke psîkolojîk dest bi mizakereyan bike.
Rûsya dema ku birêvebiriya Esed bixin bin temînatê piştgirî dide çareseriya siyasî. Ji ber vê jî piştgirî neda tu pêşniyazên ku berê vedike ku Esed ji îqtidarê veqete. Heta ku avantajên eskerî yên Kremlînê yên li Sûriyeyê berdewam bikin nayê payîn ku di vê mijarê de paş de gav biavêje.
Îran di parastina rejima Esed de bi Rûsyayê re di nav îtifaqeke xurt de ye. Ji bo ku rejim hilneweşe serî li her rêyê didin. Di heyameke ku rejima Esed nîşaneyên hilweşînê dan de Îranê hişt ku Hîzbûllaha Lubnanê derbasî Sûriyeyê be û dema ku Hîzbullah kafî nehat gelek mensûbên artêşa xwe şand şer. Lê belê ji ber ku hêzên Artêşa Îranê û milîsên Hîzbûllah têrî nekir Rûsya bi xwe di îlona 2015an de ket dewrê. Ji ber vê jî heke Rûsya rejimê xilas bike nayê texmînkirin ku bi Îranê re bikeve nav parvekirina nifûzê.
Rûsya erênî nabîne ku Îran li Sûriyeyê pêşî ji Hîzbûllahê re rê veke. Kordînasyona êrîşên hewayî yên ku bi Îsraîlê re kir û birêvebirên Hîzbûllahê dikin hedef niyeda Rûsyayê diyar dikin.
- DYA piştgirî dide ku PYD roleke aktîf bilîze
DYA ji serî ve helwesteke ku piştgiriyê dide "Sûriyeyekî bê Esed". DYA di serê qeyrana Sûriyeyê de piştgiriyeke aktîf da mixalefetê û bi demê re xwe paş ve kişand. Birêvebiriya Obama di sala 2013an de restekî wekî heke Esed çekên kimyewî bi kar bîne dê bersiva eskerî bide, da û ev yek vala derket û ev yek jî bû qonaxeke ku cesaretê da Rûsyayê. Tirsa DYAyê ew bû ku heke rejima Esed hilweşe dibe ku "hêzên Îslamparêz" û DAEŞ îqtidarê bi dest bixin û Rûsyayê jî di qeyrana Sûriyeyê de ji vê yekê îstifade kir. Rûsya ji îlona 2015an ve rasterast ket nav şer û pêvajoya hilbijartina serok a ku li DYAyê dest pê kir li Washingtonê hesasiyeta "berterefkirina îxtimala pevçûna bi Rûsyayê re" zêde kir. Ev hemû bûn sedem ku Rûsya giraniya xwe ya eskerî û siyasî zêde bike. DYAyê qanî kir ku ji KENYê biryar derxîne û îqtidara Esed herî kêm 2 salan bixe bin temînatê.
Heta dawiya sala ku dê dawî li birêvebiriya Obama bê nayê payîn ku di polîtîkaya DYAyê de guherîneke bingehîn çêbe.
Ji aliyê din ve piştî ku tehdîda DAEŞê ya ku ji sedî 40ê Sûriyeyê di destê wan de ye derket holê piştgiriyeke mezin dide PYDyê. Birêvebiriya DYAyê wisa difikire ku di gemarokirina DAEŞê de aktorê sereke PYD ye. Ji ber vê jî dixwaze ku PYD bibe wekî aktorekî aktîftir û di dahatûya Sûriyeyê de cî bigire.
Birêvebiriya DYAyê xwest ku PYD beşdarî mizakereyên li Cenewreyê bibe û ji ber berteke Tirkiyeyê ji bo niha dev ji vê daxwaza xwe berdaye.
- Pozîsyona welatên din
Ji endamên din ên sereke yên Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî Almanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya û Urdun zehfî wekî DYA û Tirkiyeyê difikirin.
Çîna endamê KENYê ji serê qeyranê vir ve helwesta tevînebûnê ya ku di mijarên navneteweyî de teqîb dike diparêze. Birêvebiriya Pekînê diparêze ku qeyran bi çareseriya siyasî û vîna gel bê çareserkirin û dijî midaxaleyên derveyî derdikeve.
Lubnan ji ber hebûna Hîzbûllahê ya ku di birêvebiriya dewletê de jî cî digire di mijara Sûriyeyê de nikare bibe aliyek. Ji bo ku kaosa li Sûriyeyê cîran nepeke axa wî, jî siyaseteke bi temkîn dike.
Misr dixwaze ku Esed bimîne. Ji aliyê din ve têkiliyên wî yên bi Îranê rejim sala 1979ê ku rejima Şah hilweşiya pê ve profîleke kem de ye. Di heyama dawîn de têkiliyên wî bi Erebistana Siûdî re pêş ketin û vê yekê hêj tesîrî polîtîkaya Sûriyeyê nekiriye.
- Mixalif di lêgerîna "pêbaweriyê" de ne
Mixalif hewl didin ku yekvicûd beşdarî mizakereyan bibin û meha borî li Riyadê bihevrebûneke bingeha wî fireh pêk anîbûn û Komîsyona Bilind a Mizakereyê diyar kiribûn. Rêxistinên mixalif ên çekdar gelekî piştgirî dabûn Komîsyonê û komîsyonê peyama wekî nûnerê meşrû yê mixalifan dibe ku beşdarî mizakereyan bibe dabû civaka navneteweyî. Lê belê ji ber biryarên wekî di biryara KENYê de ji bo îqtidara Esed deriyê vekirî hiştin, di bombebaranên giran ên Rûsyayê de gelek sivîl mirin û li gelek cihan hêzên rejimê eblûqeya ser sivîlan berdewam dikin beşdarîya pêvajoyê ya mixalifan dijwar kir.
Lê belê mixalifên ku ji bo çareseriyeke siyasî ya rasteqîn amade xuya dikin ji bo mizakereyan derî vekirî hiştin.
Komîsyona Bilind a Mizakereyan a di bin serkêşiya Riyad Hîcab de îro ji Mîstûra re nameyek şand û got ku di prensîbê de erênî dibînin ku beşdarî hevdîtinan bibin lê xwestin ku di mijara bergiriyên zêdekirina ewlehiyê de temînatê bidin. Daxwazên mixalifan rawestandina êrîşên ser sivîlan, dawîlêanîna eblûqeyan û serbestberdana kesên ku bi keyfî hatin girtin e.
Her wiha mixalif ji bo hin kesên ku Mîstûra ew di nav eniyên mixalifan de qebûl kirin û ji wan re dawetiye şandin bertek nîşan dan. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mixalif hatin bidestxistin Mîstûra Ebbas Hebîb, Qedrî Cemîl, Mecîd Hebbo, Mezin Mexrebiye, Randa Kassîs, Salîm Herbek, Cîhad Meqdîsî, Fatîh Camûs, Heysem Mena û Nemrûd Silêymanê ku bi nêzbûna xwe ya rejimê tên naskirin jî vexwend Cenewreyê.
Tê payîn ku mixalif di nav demek kurt de der barê beşdariya mizakereyan de daxuyaniyek bidin.
news_share_descriptionsubscription_contact


