Kulîlkên biharê yên Tunceliyê bala siruşthez û wênekêşan dikişînin
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra berfîn, simbil, lale, nêrgiz, sosin û kulîlkên curbicur vebûn ku bala siruşthez û wênekêşan dikişînin
Sidar Can Eren
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
photo: Sidar Can Eren / AA
Türkiye, Tunceli
Li navçeya ku li bilindahiya wê 1500 mêtro ye û zivistan lê dijwar derbas dibe, piştî ku berf heliya siruşt zindî bû.
Li navçeya ku çem bi coş diherikin û mêrg hêşîn bûn, li çiyayan hewaya zivistanê serdest e, lê li deştan jî hewaya biharê heye.
Piştî ku hewa germ bû, li zeviyên gundên Konaklar, Ziyaret, Paşaduzu û Çakmakliyê berfînên ku mizgîniya biharê didin, simbil, lale, nêrgiz, sosin û kulîlkên curbicur vebûn.
Wêne : Sidar Can Eren/AA
Ev kulîlkên ku siruştê dixemilînin bala welatiyên ku siruştê hez dikin û wênekêşan dikşînin.
Welatiyên ku siruştê hez dikin û wênekêş ên ji navenda bajêr û dervayî bajêr tên navçeyê, bi dron, telefonên destan û makîneyên wênegiriyê va dîmenên herî xweş ên kulîlkan dikişînin.
Kulîlkên ku bi Çiyayê Munzurê yê ku lûtkeya wê bi berfê nixûmiye va xuya dikin, dîmenên xweş derdixin holê.
Ji siruşthezan Cem Ayden ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hin caran ji Elezîzê tê Ovacixê ku wêneyan bikşîne.
Merve Gençosmanogluya ku her sal ji Gumuşhaneyê tê Tunceliyê jî got ew li vê derê geşta li siruştê dike.
Alperen Gençosmanoglu jî anî ziman dema ew nû hatine Ovacixê ew bûne heyranê siruşta wê.