14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku hêzên hevpeymaniyê operasyoneke asmanî birin ser hedefên ku li herêmên Yehmûl, Kefer Xan, Guzel Mezra û Zeytînlikê hatin tesbîtkirin û hejmara terorîstên DAEŞî yên ku hatin kuştin gihîşte 6an.
Sererkaniyê agahiyên der barê roja 21î a operasyonê da rojane kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku tevîdrên ewlekariyê yên li xea sînorê Sûriyeyê hatin girtin, li dorberê Cerablûs û Raiyê kontrolên tesbît, keşf û çavdêriyê dewam dikin, 13 topên obusên Firtineyê avêtin hedefên DAEŞê yên li qada herekatê û 6 hedef hatin îmhekirin, hetanî îro 2 hezar û 245 top avêtin 524 hedefên rêxistinê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku teyareyên Hêzên Asmanî yên Tirkiyeyê tevlî herekatê nebûn lê belê ji bo wezîfeyê li erdê amade sekinîn, hêzên hevpeymaniyê 5 caran ji asmanan va operasyon birin ser hedefên ku li herêmên Yehmûl, Kefer Xan, Guzel Mezra û Zeytînlikê hatin tesbîtkirin. Hejmara terorîstên DAEŞî yên ku hatin kuştin gihîşte 6an, 4 topên hawanê û 2 kozikên parastinê hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ÎHAyên Bayraktar bênavber xebatên keşf û çavdêriyê didomînin û wiha hat gtin: "Ekîbên AFAD û Heyvasorê xebatên lojîstîkê yên ji bo sivîlan û endamên Artêşa Sûriyeya Azad didomînin. Hêzên Çekdar ê Tirkiyeyê piştgiriyê didin herekata hevpeyamniyê û ji bo ku sivîl zirarê nebînin jî hemû tevdîran distînin."