19 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve li bakurê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 179emîn da dewam dike. Di operasyonê da 104 hedefên DEAŞa rêxistina terorî hatin bombekirin. Di operasyonên qsmanî û bejahiyê da 16 endamên DEAŞê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorî di 24ê Tebaxa 2016an de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 179emîn a operasyonê de bi piştgiriya hêzên wezîfeya taybet a ku ji muxalifan pêk tê ji asman û bejahiyê bomberan hat kirin ku El Bab ji destê DEAŞa rêxistina terorî bê rizgarkirin.
Bi êrişên Fermandariya Hêzên Asmanî ve 95 hedef ên ku ji sitargeh, mewziyên parastinê, baregeh û cebilxaneyên rêxistina terorî DEAŞê pêk tên, hatin îmhekirin.
Fermandariya Hêzên Asmanî êrişê 9 hedefên DAEŞê kir. Bi êrişan ve 9 avahî, 2 wesayit û îstasyoneke benzînê hatin îmhekirin.
Di operasyonên asmanî da 16 endamên DEAŞê hatin berterfkirin
Ji aliyê hêzên koalîsyonê ve jî 5 endamên DEAŞê hatin kuştin û sitargeheke wan hat îmhekirin.