19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
MADRÎD
Real Madrid di pêşbirka yekemîn a çaryekfînala Qûpaya Qralê Spanyayê da li hemberî Celta de Vogiyê 2-1 têk çû.
Nîvê yekemîn ê pêşbirkê bêyî gol kuta bû, lê tîma Celta di deqîqeya 64emîn da bi gola lago Aspas ku forvet dilîze va 1-0 ket pêşiyê. Real Madrid di deqîqeya 69emîn da bi gola Marcelona va herçiqas wekheviyê bi dest bixe jî, lêbelê di deqîqeya 70yemîn da Celta bi gola Jonny va dîsa ket pêşiyê û wekî encam 2-1 ji yarîgehê veqetiya.
Rovanşa çaryekfînalê dê di 25ê rêbendanê da li Vigoyê were lîstin.
Real Madrid ku hefteya borî li deplasmanê li hemberî Sevillayê 2-1 têk çûbû û rekora wê ya têkneçûna 40 pêşbirkî hatibû bidestxistin, bi vê skorê va jî li ser hev bo cara duyemîn têk çû.
Di çaryekfînala qûpayê da pêşbirka tîma Real Sociedad-Barcelona û Atletico Madrid-Eibar dê îro bên lîstin.