20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
HAKKARİ
Li Hekariyê di çarçoveya projeya walîtiyê ya "Pêşerojeke bisihet wê bi sporê bê" da ji 17 mekteban 5 hezar û 100 xwendekar perwerdeyê kaşûnê dibînin.
Waliyê Hekariyê Cuneyt Toprak xwendekarên ku li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ya ku 2 hezar 800 mîtro bilind perwerdeyê dibinîn ziyaret kirin.
Toprak li vê derê daxuyaniyek da nûçegihanan û got armanca wan ew e ku hemû zarok ciwanên Hekariyê sporê bikin. Toprak got ku 6 antrenorên kaşûnê û 4 mamoste her roj 60 xwendekaran perwerde dikin.
"Ciwan wê bibin cihangirên çiyayan"
Toprak destnîşan kir ku ew firavînê jî didin xwendekaran û wiha pê da çû: "Li ser van çiyayên Xwedî daye Hekariyê ji bo spora kaşûnê û gihandina hemû zarok, xort û ciwanan me proje da destpêkirin. Ji zarokan sedî 95ên wan piranî cara ewile tên navenda kaşûnê û amûrên kaşûnê diceribînin. Dema em tên kêf û eşqa kaşûnê ya bi zarok û ciwanên hatine û bi saetan li vê derê ne re dibînin gelek kêfxweş dibin. Bi îzna Xwedê ji nav nav ciwanên me sporvanên navdar derbikevin û bibin cihangirên çiyayan."
Walî Toprak got ku wan ji vê derê hin ciwan şandin pêşbaziya kaşûnê ya li Erzinganê hat kirin û ji 23 sporvanan 10ên wan li wir madalya qezenckirin û zivirîn.