06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn got ku di teqîna li nêzî Navenda Polêsan a 75. Yilê ya Yenîbosnayê û nêzî şaxa eskeriyê da 10 welatiyên me birîndar bûn, di nava wan yên birînxedar tune ne.
Şahîn piştî teqîna li Bahçelîevlerê qewimî, hat li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Walî Şahîn li vê derê daxuyanî da nûçegihanan got ku li ser Kolana Fatîhê motosîkleta bibombe hat teqandin û wiha dewam kir: "Di bûyerê da 10 welatiyên me birîndar bûn. Berî vê me li ser Twwîtterê destnîşan kiribû ku yek jê bigiranî 5 kes birîndar bûn, lê şikir ji Xwedê ra welatiyên me yên birînxedar tune ne. Tedawiya birîndaran dewam dike."
Şahîn diyar kir ku xebatên ekîban ên derbarê bûyerê da dewam dikin.
Walî Şahîn derheqê îdiayên wek kesekî ku bi motosîklêtê hatibû revî û 2 kes jî ji cihê bûyerê dûr ketin got: "Li ser evan hemûyan lêkolîn tê kirin. Yek motosîklêtê tîne datînê li wê derê. Dîmênên kamerayê yên derbarê bûyerê da tên komkirin. Ew ê li ser vana bi hûrgilî lêkolîn bê kirin. Ji ber ku hê di asta lêkolînê da ye em nikarin jê vê zêdetir tiştekî bibêjin."
Şahîn li ser pirsekê got ku di çarçoveya bûyerê da hê tu kes nehatiye binçavkirin û piştî daxuyaniyê derbasî Nexweşxaneya Nîsayê bû û birîndar ziyaret kirin.