06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
ANKARA
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku bi nivîsa Serokwezîriyê, weşana derbarê teqîna li Yenîbosnayê ya Stenbolê da, ji bo demekê hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku divê kesên di xizmeta çapemeniyê da li gor Qanûna bi jimara 6112an û li gor rêgezên din ên qanûnê tevbigerin û cih dan van îfadeyan:
"Di vê çarçoveyê da divê kes di weşanên xwe da cih nede teqînê, kêliya teqînê, piştî teqînê cihê bûyerê, xebatên ku peywirdarên kamuyê li cihê bûyerê birêvadibin, dîmenên kesên ku di bûyerê da birîndar bûn an mirin, wêneyan. Ji bo ronîkirina bûyerê, qefaltina gumanbaran divê tenê daxuyaniyên meqamên fermî bêne parvekirin."