03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrîşa Bexdaya Iraqê de hejmara miriyan derket 151an û hejmara birîndaran jî bû 133.
Li gor agahiya Daîreya Tenduristiyê ya Bexdayê li herêma Kerradaya navenda Bexdayê hejmara kesên ku di êrîşa bibombe de mirin bû 151 û ya birîndaran jî bû 133.
Rêxistina terorê DAEŞê berpirsyariya êrîşê hildabû stûyê xwe.
Li Bexdaya ku ewlehî kêm e, her tim bûyerên tundiyê çêdibin û êrîş tên kirin.