23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku di êrîşa li Munîxê da 3 tirk mirine.
Çavuşoglu di NTVyê da beşdarî bernameyekê bû û der barê êrîşa çekdarî ya li Munîxa paytextê eyaleta Bavyeraya Almanyayê, daxuyanî da.
Çavuşoglu diyar kir ku duh di êrîşa terorê ya li Mûnîxê da 10 kes mirine û êrîş şermezar kir.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku her cure terorê şermezar dikin û li hember derdikevin û wiha dewam kir: "Helwesta me her dem eşkere ye û em dualî nalîzin. Mixabin di vê êrîşê da 3 welatiyên me mirin. 3 birayên me yên welatiyê Komara Tirkiyeyê mirin."
Çavuşoglu der barê nasnameyên welatiyên ku mirin da wiha xeberda: "Yek Sevda Dag e ku di sala 1971an da çêbûye, yek Can Leylayê ku di sala 2001an da çêbûye û navê yê din jî Selçuk Kiliç e ku di 2001an da hatiye dinyayê. Em bi malbatên wan ra di nav têkiliyê da ne."
Mevlut Çavuşoglu der heqê sedemên bûyerê da jî wiha axivî: "Tiştên cuda tên gotin. Daxuyaniyeke eşkere tuneye. Dibêjin kesekî ku aqilê xwe xwariye heye. Agahiyên ewil wiha dibêjin. Divê meriv di vê mijarê da li benda daxuyaniya rayedarên Almanyayê bisekine."