Sevim Hatun
10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Ûlûdereya navçeya Şirnexê, di encama êrîşa terorîstên PKKyî da li gor agahiyên ewil 4 esker şehîd ketin, 9 esker birîndar bûn.
Li gor agahiya hat hildan, endamên PKKya rêxistina terorê li nêzî Xabûrê êrîş birin ser eskeran.
Di êrîşê da 4 esker şehîd ketin, 9 esker birîndar bûn. Tedawiya eskerê ku gotibûn şehîd ketiye jî dewam dike, lê birîna wî giran e.
Hat hînbûn ku eskerên birîndar piştî mudaxaleya ewil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Ûlûdereyê bi helîkopterê birin Nexweşxaneya Eskeriyê ya Şirnexê.