07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
NEW YORK
Donald Trumpê ku bona serokatiya DYAyê hat hilbijartin got ku rêveberiya nû dê dest ji polîtîkayên midaxaleya dereke ya li ser welatên biyanî bikişîne û dê li ser têkoşîna dijî terorê hûr bibe.
Trumpê ku dê di 20ê Rêbendana 2017an da dest bi peywirê bike, li eyaletên ku bi ser ket "gera spasiyê" li dar dixe û herwiha Trump di vê çarçoveyê da li Carolinaya Bakur axivî.
Trump diyar kir ku wî bona Wezareta Parastinê, Generalê teqawit James Mattis wekî namzed nîşan da û herwiha der barê polîtîkaya leşkerî û derva da daxuyanî da.
Trump wiha xeberda:
"Divê em dev ji şikandina rejimên biyanî ku der heqê wan da em tiştekî nizanin berdin û bala xwe bidin şikandina terorê û DEAŞê. Her welatekî ku xwedan vê helwestê be, dê wekî hevkar bê hesibandin. Em dixwazin dostaniyên xwe yên berê xurt bikin û yên nû ava bikin. Em dixwazin bi dersa ku me ji dîrokê standiye va em îstiqrarê saz bikin. Êdî divê ev polîtîkaya midaxaleya dereke û kaos bê bidawîkirin."