Abdullah Tel
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu diyar kir ku Diyarbekirê qiymeta heq dikir nedît û wiha pê da çû: "Ji 30 salên dawîn vir va Diyarbekir bi rewşeke ku qet heq nedikir ra rûbirû ma. Mixabin ev Diyarbekira 'muzeya şaristaniya' muhteşem bi bûyerên terorê yên qet nedihatin xwestin va hat bibîranîn."
Çavuşogluyê ku li Diyarbekirê hevdîtinên xwe didomîne li pêş Mizgefta Mezin a Harema Şerîf a 5emîn a Îslamê tê qebûlkirin daxuyanî da rojnamegeran.
Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser têkoşîna dijî terorê ku dewlet û hikûmet bi biryardarî birêva dibin û wiha dewam kir: "Konsepta têkoşîna li dijî terorê ku di demên dawîn da dewleta me û hikûmeta me dijî terorê bi biryardarî birêva dibin gelekî bi tesîr e. Em hemû dinya û mirovahî li dijî terorê divê bibin yek û têbikoşin."
- "Rêxistina terorê li navçeya Sûrê zirar da 14 berhemên dîrokî"
Çavuşoglu got ku di civîna li Diyarbekirê wê bikin da him li ser plan û xebatên weqfa bajêr û him jî yên li seranserê Tikrkiyeyê wê bisekinin û wiha pê da çû: "Diyarbekir bajarekî qedîmê wekî muzeya servekirî ye. Diyarbekirê ji gelek şaristaniyan ra mazuvanî kir. Li vê derê 27 sehabe û 2 pêxember definkirî ne. Ji ber vê jî him di qada çandî û him jî di qada baweriyê da cihekî navendî ye. Herêm ji bo Tirkiye û vê erdnîgariyê cihekî pir girîng e. Mixabin rêxistina terorê ya ku li vê derê qestî can û malê welatiyên me kir di heman demê da neyartiya berhemên me yên çandî û dîrokî jî kir û zirar da 14 berhemên me. Ji wan 12 heb malên weqfê ne. Niha restorasyona wan dest pê kiriye."
- "Diyarbekir bi rewşeke heq nedikir ra rûbirû ma"
Wezîr Çavuşoglu ji şêniyên Diyarbekir ra spas kir, bûyerên li bajêr qewimîn bi bîr xist û got ku Diyarbekir ji 30 salên dawîn vir va bi rewşeke qet heq nake va rûbirû maye û wiha got: "Mixabin ev Diyarbekira 'muzeya şaristaniya' muhteşem bi bûyerên terorê yên qet nedihatin xwestin va hat bibîranîn."