08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner diyar kir ku ewê di operasyona xilaskirina Reqayê da bi Tirkiyeyê ra ji nêz va bixebitin.
Toner di civîna çapemenyiê ya rojane da pirsên der barê operasyona Reqayê da bersivand.
Toner diyar kir ku di operasyona Reqayê da wek operasyona li bakurê Sûriyeyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ya di pêşîkêşiya YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê da ji beja pêşda herin û hêzên koalisyonê jî ew ê ji hewayê piştgiriyê bidin wan û wiha got: "Me eva bi mitefîqên xwe ra bi taybetî jî bi Tirkiyeyê ra temas danî, kir."
Li ser pirsa, "Piştî xilaskirina Reqayê gelo hûn li bendêne ku HDS ji bajêr vekişe?" Toner wiha got:
"Di nav HDSyê da komên kurd jî hene. Hinekên wan jî ereb in û piraniya wan jş ji Reqayê ne. Em di mijara xilaskirina Reqayê da bi komên di nav HDSyê da û mitefîqên me yên Tirkiyeyê jî tev ra dixebitin. HDS li beja hêzeke çalak e. Li Sûriyeyê di xilaskirian hin ciyan da gelekî çalak bûn. Di wer difikin ku hêzên herêmî jî di vê mijarê da serkeftî bûn. Me li ser mijara piştî xilaskirina Reqayê avakirina hikûmetê xeber da. Me ev li bakurê Sûriyeyê, Minbic û herêmên din jî kiribû. Ji gelê herêmê avakirina hikûmetekî girîng e."