11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
RIYAD
Balyozxaneya Riyadê ya DYAyê der barê êrîşên terorê yên dibe ku bibin, hişyarî da welatiyên xwe yên ku li Erebistana Siûdî.
Li ser malpera fermî a Balyozxaneyê hat daxuyandin ku talukeya êrîşên terorê yên ku ji hêla DEAŞ an jî El Qaîdeyê ve tên kirin dewam dike. Hat gotin ji ber vê welatiyên Amerîkayê dema li cihên ku welatiyên biyanî zêde lê hene digerin divê baldar bin.
Di daxuyaniyê de hat gotin welatiyên Amerîkayê heta ku mecburî nebe bila gerên xwe yên li Erebistana Siûdî an taloq bikin an jî sînor bikin.
Hat gotin êrîşên terorê dibe ku li cihekî Erebistana Siûdî hema çêbibin.