Abdullah Tel
17 Adar 2018•Rojanekirin: 18 Adar 2018
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê zirareke mezin dabûn niha Îdareya Avahiyên Komî ya Serokwezîriyê (TOKÎ) avahiyên nû çêdike û Serokê TOKIyê Ergun Turan got: "Wextê projeyên me biçin serî wê Yuksekovayeke nû ava bibe."
Dîmenên avahiyên ku niha li Yuksekovayê tên çêkirin ji hewayê va bi teyareya bêmirov hat kişandin.
Di daxuyaniya ji hêla TOKIyê hat dayîn da der barê xebatên li Yuksekovayê tên kirin da agahî hatin dayîn û Serokê TOKIyê Turan diyar kir ku ew niha deverên PKKyê serobin kirine ji nû va ava dikin û wiha pê da çû: "Em li Yuksekovayê cihên nû yên ku ji bo jiyîn, li gor dilê xelqê û xwedî binesaziyeke baş be ava dikin. Projeyên me yên niha çêkirina wan dewam dike wê hemû pêwîstiyên welatiyan hel bike. Li 6 herêmên Yuksekovayê 3 hezar û 63 xanî wê bên avakirin. Avakirina wan dewam dike."
- Ji bo Hekariyê bi 2 milyar lireyî veberhênan hat kirin
Turan der barê veberhênariya ku ji bo Hekariyê jî hat kirin agah da û got ku heta niha dest bi çêkirina 4 hezar û 129 xaniyan kirin û ji wan hezar û 66 hebên wê teslîmî kesên xwedîheq kirin.
Ergun Turan destnîşan kir ku li bajêr 5 mizgeft, 3 nexweşxane, 4 dibistan, eywana sporê, avahiya xizmetê ya ji bo raya giştî û navenda tenduristiyê ya malbatê ava kirin û ji bo bajêr bi qasî 2 milyar lireyî veberhênan kirin.