06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
VAN
Der barê bûyerên 6-7ê Cotmehê yên ku li ser banga Lijneya Navendî ya HDPyê 2 sal berê bi hinceta Kobaniyê alîgirên PKK/PYDyê li 35 bajaran çalakiyên tundiyê dan destpêkirin, li Wanê dîmenên teze derketin
Di dîmenên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist da alîgirên rêxistina terorê li ser kolana Cumhuriyetê kom bûne û bi kevir, ço û molotofan êrîşî wesaîtên bizirx yên polêsan dikin û di nav rê da lastîkan dişewitînin.
Di kameraya ewlehiyê da xuya dibe ku alîgirên rêxistinê li ser kolana Maraşê wesaîtên sivîl û yên Midûriyeta Ewlehiya Wanê dişewitînin. Di dîmeneke din da jî alîgirên Rêxistinê barîkat çêkirine û rê li wesaîtan dibirin.
Di dîmenan da alîgirên rêxistinê êrîşî welatiyê ku bi kamyoneta xwe nêzî barîkatan dibe dikin. Li ber Edliyeya Wanê jî koma çalakvanan êrîşî polêsan dikin û wesaîtên agirkujiyê dişewitînin.
Di kamereya ewlehiyê da bi keleşê êrîşî TOMAyê dikin û peyra kuştina endamê rêxistinê heye.
Dîmenên teze êrîşên di bûyerên 6-7ê Cotmehê da baş nîşan didin.
Li Wanê ku yek ji wan bajaran bû herî zêde bûyer lê qewimîn û xelkê jê zirar dît, piştevanên PKKyê xwepêşandanên bêdestûr li dar xistibûn, zirareke mezin dabûn kargeh, wesayît, avahiyên saziyan, dibistan, qursên Qur'anê, komele û wargehan.
Herwisa di encama çalakiyên bêdestûr da li Wanê 170 wesayît, 20 dibistan, 5 dezgehên dînî, 40 avahiyên qamûyê û 523 kargehî zirar dîtibûn. Piştre walîtî û qaymeqamiyan komîsyonên tespîta xesarê ava kiribûn û van komîsyonan zirara xelkê tespît kiribû. Paşê Serokwezîriyê jî pereyê ku zirara xelkê tazmîn dike, li hesabê kesên tespîtkirî razandibû. Avahiyên qamûyê, dibistan, komele û qirsên Qur'anê yên ku rûxiyabûn, serdanpê hatibûn tezekirin. Herwiha Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê jî 20 dibistanên rûxiyayî teze kiribûn û di kurtedemekê da dîsa van dibistanan dest bi perwerdeyê kiribûn.
- Bûyerên 6-7ê Cotmehê
Li ser banga "derkevin kolanan" a Lijneya Giştî ya HDPyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demirtaş, alîgirên rêxistina terorê PKK/PYDyê bi hinceta Eyn el Erebê li 35 bajaran bûyerên tundiyê li dar xistinbûn, tê da 2 polês şehîd bibûn, li Diyarbekirê tevî Yasîn Boru û sê hevalên wî, 31 kes miribûn, 221 welatî û 139 polês jî birîndar bibûn.
Di encama êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek xanî, kargeh, dibistan, kevngeh û wargeh xirab bibûn. Ji ber bûyeran dewletê bi qasî 50 milyon lireyî zirara esnaf tazmîn kiribû. Herwiha hatibû tespîtkirin ku maliyeta bûyerên tundiyê ya li stûyê dewletê bêtirî 300 milyon lireyî ye.