Muhammet Kurşun
30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ELEZÎZ
Paloya navçeya Elezîzê ku tarîxî ye li qiraxa Çemê Miradê hatiye avakirin, piştî barîna berfê spî poşand û dîmenekî ciwan pêşkêş dike.
Paloya li qiraxa Çemê Miradê hatiye avakirin, piştî barîna berfê spî poşand. Bi dîmenê berfê re ciwaniyeke cuda da ser bajêr.
Qeleya ku li hemberî demê li ber xwe de ku ji zemanê Ûrartûyan maye, Camiya Mezin a ji dema Selçûqiyan maye, Pira Miradê 4emîn û Dêra Ermeniyan bi dîmenê xwe yê siruştî bala tarîxhez û hunermendan dikşîne.
Navçeya tarîxî ku li ser Rêya Hevrîşim e û dergûşiya gelek medeniyat kiriye di demsala zivistanê de bi menzereya xwe ya ciwan çavan dibiriqîne.
Masîgir û heywandar li qiraxa çem hem karê xwe kirin hem jî ew ciwan ên Paloyê temaşe kirin.