30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Parlementerê Diyarbekirê yê Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê Îdris Baluken ji doza ku girtî dihat darizandin, hat tehliyekirin.
Parêzerên berşik Balukenê girtî beşdarî danîşîna li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ya ku darizandina Baluken lê hat destpêkirin, bûn.
Ji ser SEGBISê îfadeya berşik Balukenê ku li Girtîgeha Tîpa F No 2 ya Kocaeliyê girtî ye, standin. Baluken tawanbariyên der heqê xwe da qebûl nekirin û tehliyeya xwe xwest.
Parêzerên berşik jî tehliyeya muwekîlê xwe xwestin.
Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt, ji bo standina parastina berşik, berhevkirina delîlan û herwiha ji ber sedema krîterên Dadgeha Destûrê ya der heqê parlementeran da biryara tehliyekirina Baluken da.
- Ji ber 4 sûcan tê darizandin
Di îdianameyê da ji ber sûcê "fealiyetên dijî yekîtiya dewlet û welat, endametiya rêxistina terorê ya çekdar, propagandaya rêxistina terorê, beşdariya civîn û xwepêşandanên ne qanûnî" bona Baluken muebeta giran û heya 23 salan cezayê hebsê tê xwestin.