İbrahim Atmaca
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
SÎÎRT
Dîroknasê Îslamê û Dekanê Fekulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, nexweş ket.
Hat gotin ku Prof. Dr. Sirma ji ber enfeksiyonê nexweş ketiye û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk bi Cîgirê Fermandarê Garnîzonê Albay Murat Guzelcan, Cîgirê Şaredar Ceyhun Dilşad Taşkin, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tuxgeneral Huseyîn Hîlmî Atabay û Midûrê Emniyeta Bajêr Saruhan Kizilay li nexweşxaneyê Sirma ziyaret kir.
Walî Atîk der heqê rewşa tenduristiya Sirma da ji Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Erol Emre Omur agahî hilda û piştr ra daxuyanî da û got ku rewşa tenduristiya Sirma ber bi başiyê va diçe.
Atîk got, "Xeceyê me ji bo welatê me û bajarê me kesekî biqîmet e. Xwedê şifayê jê ra bişîne. Rewşa wî ber bi başbûnê va diçe. Hekîmên me tedawiya wî dikin."