Abdullah Tel
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
SÎVAS
Li Sêwazê şirketeke kozmetîkê ji kîlê macûna diranan çêdike û tê da madeyên şîrînkirî, gluten û florur tuneye.
Saziyeke kozmetîkê ya li Herêma Pîşesazî û Organîzeyê ya Sêwazê ji kîlê melhem û berhemên ji bo çerm, dest, por û laşê mirovan çêdike. Di nav berhemên ji kîlê tên çêkirin da ya ku herî zêde balê dikşîne jî macûna diranan a ji kîlê ye. Lewra macûna ji kîlê tê çêkirin îxracî 27 welatan tê kirin.
Karsazê Sêwazî Unal Karaca dauyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku saziya wî 12 sal e ku di qada kozmetîkê da xizmetê dide.
Karaca got ku piştî gelek xebatên zanistî wan kîlê di qada kozmetîkê da ji bo çêkirina berheman emilandin û wiha pê da çû: "Di bazara kozmetîkê da berhemên ji kîlê tên çêkirin bi saya xebatên me ketin bazarê. Ji bo DNAya mirovan madeya herî rewa kîl e. Di fabrîkeya me da hemû rasterast ji kîlê hatine çêkirin bi qasî 150 berhemên me hene. Em vana li dermanfiroş, markêt û gelek cihên din difiroşin."
Karsazê Sêwazî Karaca got ku ew niha macûna diranan a ji kîlê jî di nav da berhemên xwe îxracî 27 welatan dikin û wiha dewam kir: "Em berhemên xwe îxracî 27 welatan dikin û di nav van welatan da jî welatên kendavê cih digirin. Em malê xwe difiroşin welatên Efrîkayê û Çînê jî. Macûna me ya diranan a ji kîlê li Çînê gelek hat ecibandin."