TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku TBMMyê piştî 23yê nîsana 1920an şeva xwe ya herî dijwar, herî dirêj û herî bipirsgirêk derbas kir û got ku "Hêzên dagirker heta Polatliyê hatibûn lê nekarîn destê xwe bidin Meclisê, destê xwe nedanê. Kesên ku di sala 1960î de derbeyê kirin, her çiqas êrîşê vîna neteweyî, rihê Parlementoyê bikin jî êrîşê bedena Parlementoyê nekirin. Cuntaciyên 12ê îlonê Parlemento bombebaran nekirin. Derbexwazên 28ê sibatê dest nedan Parlementoyê lê belê duh şev êrîşeke ew qas hov, ew qas namerdane, ew qas bêperwa hat kirin ku hem beden hem jî rihê Parlementoya ku vîna gel tecellî dike hedef hat girtin. Ev esker nînin, ev terorîstên dilqê eskeran de ne, hov in."
Yildirim beşdarî Lijneya Giştî ya TBMMyê bû û wir axivî. Yildirim diyar kir ku bi rehmer û minet şehîdên ku ji bo parastina namûsa xwe daketin kolanan, wekî qehremanan dijî tankan sekinîn, bi xwîna xwe ya mibarek azadiya alaya xwe, îstiqlala gelê xwe mihafaza kirin bi bîr tîne û bila cihê wan bihûşt be. Yildirim axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez ji hemûyan re di bin banê vê Parlementoya mezin de bi rêz silav dikim. Ez bi taybetî bangî malbatên wan qehremanan dikim, xemgîn nebin, nekevin hiznê, ew gihaştin mertebeya herî jor a piştî pêxemberiyê, gihaştin mertebeya şehîdiyê. Ew qehreman heta duh zarokên we bûn lê niha bûn ewladên hemû gel. Heta ku Komara Tirkiyeyê li ser piyan bimîne dê navê wan qehremanan jî bijî. Bila cihê wan bihûşt be. Ez ji vir silavan ji birayên xwe yên birîndar re jî dişînim. Xwedê şifaya xêrê bide hemûyan."
Yildirim ji ber dirayet û sernetewandina wî spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber piştevaniya wan spasiya partiyên siyasî, serokên partiyên siyasî, komên Parlementoyê kir û wiha axivî: "Ez ji çavên polêsên me yên ku her yek ji wan ji bo teşkîlata me ya ewlehiyê bûn Alparslanek, Fatîhek, Selahaddîn Eyyûbî maç dikim. Ez ji çavên hemû mensûbên eskeriyeyê yên ku ji dil girêdayî welatê xwe ne, ji welat, gel û alaya xwe hez dikin maç dikim."
Yildirim spasiya şaxên çapemeniyê, nûnerên çapemeniyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên ku hember derbeyê helwesteke ku ji bo dinyayê dê bibe mînak nîşan dan, kir.
- "Piştî gelê me Parlementoya Xazî pesnê herî mezin heq dike"
Yildirim bi bîr xist ku parlementer duh şev ji bergiriyan, ji tankan derbas bûn û hatin TBMMyê û Lijneya Giştî vekirin û wiha bangî parlementeran kir:
"We got ku 'an demokrasî yan mirin' û hûn serbilîndî li vê hêwanê sekinîn. Bombe barandin ser Parlementoya Gel, bi çekan gulebaran kirin, we gavek paş ve neavêt. Ez dizanim ku we hemûyan mirinê li ber serê xwe hîs kir. We helwesteke wisa nîşan da ku ji bo parlementoyên dinyayê, ji bo demokrasiyên dinyayê mînak e. Gel li kolanan xwedî li îstiqlala xwe derket, hûn jî wek parlementerên gel vir li îstiqlala xwe, li demokrasiyê, li vîna neteweyî xwedî derketin. Bi vê helwesta we dîrokê ev Parlementoya ezîz dîsa nivîsand. We bi vê helwesta xwe dîroka Tirkiyeyê guherand, we piştevanî, biratî û hevkariyeke ku dê bi sedan sal neyê jibîrkirin nîşan da. Piştî gelê me tabiî kî herî zêde ev Meclisa Xazî pesnê herî mezin heq dike hûn heq dikin. Ez bêyî ku ferqa partiyan bikim silavê didim her endam û parlementerên Parlementoya me. Ez li ser navê gelê xwe sipasiya we dikim, bi kelecaneke mezin ji bo we çepikan lê dixim."
- "Destê kesên ku dest dirêjî mala gel dikin dê bişewite"
Yildirim bal kişand ku Parlementoya me ya Gel a Mezin a Tirkiyeyê, Meclisa Xazî piştî 23yê nîsana 1920an şeva xwe ya herî dijwar, herî dirêj û herî bipirsgirêk derbas kir û wiha axivî: "
Hêzên dagirker heta Polatliyê hatibûn lê nekarîn destê xwe bidin Meclisê, destê xwe nedanê. Kesên ku di sala 1960î de derbeyê kirin, her çiqas êrîşê îradeya neteweyî, rihê Parlementoyê bikin jî êrîşê bedena Parlementoyê nekirin. Cuntaciyên 12ê îlonê Parlemento bombebaran nekirin. Derbexwazên 28ê sibatê dest nedan Parlementoyê lê belê duh şev êrîşeke ew qas hov, ew qas namerdane, ew qas bêperwa hat kirin ku hem beden hem jî rihê Parlementoya ku vîna gel tecellî dike hedef hat girtin. Ev esker nînin, ev terorîstên dilqê eskeran de ne, hov in. Ew kesên ku destê xwe dirêjî mala gel dikin dişewite, ew destê ku dirêjî mala gel dikin dê bişkê. Va ye beyî ku 24 saet derbas bibe destên wan şewitîn, ew destên wan ên ku bombe avêtin û gule barandin şikestin. Înşeallah mala wan jî heta hetayê şewitî."
- "Me nîşanê hemû dinyayê da"
Yildirim destnîşan kir ku ji niha pê ve dê tu kes ji hişê xwe re derbas neke ku dest dirêjî mala gel û vîna gel bike û wiha axivî: "Îro rojekî nû ye, îro ew roj e ku 79 milyon hember badîreyeke mezin bûne yek. Îro ew roja ku AK Partî, CHP, MHP, HDP, hemû partiyên siyasî yên li derveyî Parlementoyê bi dengekî hevpar gotin ku 'Ji derbeyê re na' û bi hev re xwedî li demokrasiyê kirin. Me di vê êrîşa ser parlementoyê de nîşanê hemû dinyayê da ku em çawa dibin yek."
Yildirim wiha axivî: "Îro destpêkek e. Ez wisa bawer dikim piştevaniya ku seranserê şevê hat nîşandan, piştevaniya ku îro vir tê nîşandan destpêka pêvajoyeke nû ye. Em bi vê rihê dikarin ku terorê jî têk bibin, bi vê rihê birînên xwe jî bicebirînin. Bi vê rihê bihevrebûnê, bi îzna Xwedê em ê Tirkiyeyê derxînin asta şaristaniyên mûasir ên ku Xazî Mustafa Kemal destnîşan kir. Îro ew roj e ku piştî bûyereke dilsoj zêdebûna hêviyan e."
news_share_descriptionsubscription_contact


