03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
TBMM
Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar, rexne Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu girt û îddia kir ku "Elewî ji hêla rojnamevanên nêzî AK Partiyê hedef têne girtin" û "hukûmet jî der barê vê mijarê de helwesta pêwist nagire".
Piştî ku Wezîr Soylu li daniştina Meclisa Tirkiyê der barê "rûdanên rojên dawîn û ewlehiya naxweyî" de agahî dan Sancar li ser navê Koma HDPê heqê axaftinê wergirt û ragihand ku ew daxuyaniyên Soylu yên der barê êrişa Ortakoya Stenbolê têr nabînin.
Li ser van rexneyên Sancar, Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Naci Bostanci bi gotinên, "Bi tu awayî elaqeya me bi tehrîk û helwestên însanan bera hev bide re tuneye" bersiva wî da.
Sancar, li ser vê bal kişande ser wê yekê ku Wezîr Soylu piştî hin êrişên terorî "bangewaziya tolhildanê dike lê şertê dewleta huqûqî pabendbûna bi huqûqê ye û ev daxuyaniyên li ser girtina tolê li dewleteke huqûqî nayê".
Sancar, diyar kir ku piştî komkujiyên TAK û rêxistinên wek wê dikin HDPê wek hedef tê nîşandan û hin avahiyên partiya wan dikevine ber êrişan lê der barê lêpirsînan de tu agahî nagihên wan.
Sancar, rexne li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu girt û îddia kir ku "Elewî ji hêla rojnamevanên nêzî AK Partiyê hedef têne girtin". Sancar wiha axivî: "Piştî êrişa hovane ya li Reinayê li ser medyaya civakî gunehbarên nû têne peydakirin. Elewî hedef têne girtin. Kesên di nava AKPê de û yên li derdora wê derdikevin ser televizyonan û gotinên wek, 'Sekirdeyên rêxistinên Elewiyan li Tirkiyê dê bêne kuştin' dibêjin."
Li ser van îddiayên Sancar, Bostanci careke din heqê xeberdanê wergirt û aciziya xwe anî ziman. Bostanî, diyar kir ku ew îddiayên Sancar bi tundî redd dikin û ev nirxandin kir: "
"Nêrîna AK Partiyê ya siyasî, hembêzkirina hemû Tirkiyê ye. Îstiqamet avakirina pêşeroja welat e ku em di nav aştî û aramiyê de bijîn. Bi tu awayî elaqeya me bi tehrîk û helwestên însanan bera hev bide re tuneye. Yên ku vê li ser medyaya civakî dikin hene. Kesên hin caran li ser televizyonan meqseda xwe xelet tînin ziman jî hene. Lê tu elaqeya van bi AK Partiyê û saziyên di mecraya meşrû de siyasetê dikin re tuneye."
Sancar careke din îddia kir ku hin televizyonên nêzî AK Partiyê dijmintiya Elewiyan dikin, Bostancî jî di cewabê de destnîşan kir ku tu eleqeya wan televizyonan bi AK Partiyê re tuneye.