25 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar got: "Di nav endamên hemû dînan de hin kes hene ku dîn li gorî xwe yan jî xelet şîrove dikin. Lê eleqedarkirina Îslam û terorîzmê bi xetere ye."
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, Orgeneral Akar li Almanyayê beşdarî "Konferansa Sererkanên Ewropayê ya Têkoşîna Dijî Rêxistinên Radîkal yên Alîgirê Tundiyê" bû.
Orgeneral Akar der barê têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞ, FETO û PKK/KCK/PYD-YPG ya rêxistinên terorê da agahî da sererkanan.
Akar di axaftina xwe de behsa feydeya Operasyonên Mertala Firatê, Çiqlê Zeytûnê û Biryardariya Siruştî kir û daxwazên xwe anî ziman. Akar got ku divê di têkoşîna dijî terorê de di navbera tu rêxistinan de cudahî neyê kirin û hemû welat bi hev ra bixebitin.
Orgeneral Akar wiha axivî:
""Di nav endamên hemû dînan de hin kes hene ku dîn li gorî xwe yan jî xelet şîrove dikin. Lê eleqedarkirina Îslam û terorîzmê bi xetere ye û hem jî tiştekî xelet e. Divê hûnê vê jî bizanin. Piraniya misilmanan dijî kirinên ku DEAŞê rêxistina terorê ne û wan red dikin. Ji ber vê tu eleqeya DEAŞê û gotinên wan bi Îslamê re nîne û ew nikarin misilmanan temsîl bikin."