İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven ragihand, ew ji ber ku li benda qanûnên guncaniyê ne loma teqwîma hilbijartinê eşkere nakin, heta niha tu tesbîta wan tuneye ku kîjan partî wê têkevin hilbijartinê.
Guven dema ku çû LHBê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Guven li ser pirsa "Tê gotin ku 15 parlamenter wê derbasî ÎYÎ Partiyê bibin. Heke ku derbas bibin êdî dikarin komê ava bikin, wê têkevin hilbijartinê?" wiha got: "Ew mijarên bi wî rengî karê min nîne, em di nav pêvajoya qanûnî ya normal da xebatên xwe dimeşînin."
Guven ew ê roja yekem a ku teqwîma hilbijartinê eşkere bikin bê ka kîjan partiyên siyasî wê têkevin hilbijartinê û wiha got: "Heta niha der heqê tu partiyê da tesbîta me tuneye."
Guven diyar kir, rayeya girtina qeyd û bendan aîdê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê da ye, lê rayeya nirxandin û şîrovekirin û daxuyandinê aîdê LHBê ye. Guven diyar kir di nav mijarên ku ew ê îro li ser bisekinin da ev mijar tuneye.
Serok Sadî Guven li ser pirsa "Ji bi teqwîma hibijartinê hewce dike ku qanûnên guncaniyê derbas bibin?" jî wiha got: "Divê qanûnên guncaniyê derbas bibin, lewra divê ji bo namzedbûna serokomariyê qanûna guncaniyê derkeve bê ka kê wê ji bo namzediyê 100 hezar îmzeyî berhev bike."
- ÎYÎ Partiyî li LHBê ne
Di vê navberê da piştî ku Serok Sadî Guven çû LHBê nûnerên ÎYÎ PArtiyê jî çûn LHBê. Rayedarên partiyê ragihandin ku partiyê grûb ava kir û lîsteya parlamenterên ku ji CHPê îstifa kirin û derbasî ÎYÎ Partiyê bûn, dan LHBê û diyar kirin ku ÎYÎ Partî ji bo ku têkeve hilbijartinê hemû şertên benda 36em a Qanûna Partiyên Siyasî bi cih anîn.