Önder Beyter
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Serokê Lijneya Bala ya Hilbijartinê Sadî Guven ragihand ku hejmara dengdêrên sandoqên ku ji ber ewlehiyê ji bo wan biryara veguhastinê hat dayin, 144 hezar e.
Guven bersiv da pirsa peyamnêrê AAyê ya der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya bihevakirin û veguhastina sandoqên di hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 27emîn da.
Serok Guven destnîşan kir ku di mijara veguhastina sandoqan da ji 19 walîtiyan daxwaz çêbû û herwiha Lijne jî li ser van daxwazan yek bi yek rawestiya û biryara xwe da.
Guven bal kişand ku heta niha gelek carî li taxên belbelayî û li gundên nêzîkî hev lijneyên navçeyan çi demî pêwîstî pê dîtine, ciyên sandoqan veguhastine û wiha dewam kir, "Taleba veguhastina sandoqan nû nîne, veguhastin jî cara yekê nayê kirin. Ewlehî girîng e lê girîngtir e ku welatî bi vîna azad biçin ser sandoqê."
Sadî Guven diyar kir ku hejmara dengdêrên ku wê bên veguhastin 144 hezar e û wiha pê da çû:
"Hejmara dengdêrên sandoqên ku ji ber ewlehiyê me ji bo wam biryara veguhastinê da 144 hezar e. Nîvê vê, anku mesafeya veguhastina sandoqên 73 hezar û 500 dengdêrî 2,5 kîlometro ye. Me li hejmara dengdêran û mesafeyê nihêrî û li gorî wê li Lijneyê me nirxandineke hûr û kûr kir û wisa biryar da."