Ekip
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Em ji bo tiştên ku me di 15 salan de qezenc kirine payîdar bimînin xebatên me dewam dikin. Kengê Tirkiye mezin bibe, pêşve biçe hinek ji vê rewşê aciz dibin. Ku li Tirkiyeyê aramî xirab bibe û îstîqrar bisekine derhal planên tarî dixine rewacê."
Yildirim li Tuzlaya Stenbolê beşdarî merasima xelasbûna Keştiya Piştgiriya Lojîstîk Şehîd Arif Ekmekçî bû û li vir axaftinek kir.
Di warê pîşesaziya parastinê de Yildirim bal kişand ser projeyên hatine kirin û got: "Di 15 salên dawîn da em di warê pîşesaziya parastinê da gelek pêşva çûn. Para xwemaliyê ji sedî 24an derket ji sedî 60an. Hedef mezintir e. Em ê bi ser bikevin. Hêz, qabiliyet û derfetên me hene. Hêza herî mezin gelê me ye."
Serokwezîr Yildirim ji bo zextên li ser Tirkiyeyê jî wiha nirxandin kir: "Em ji bo tiştên ku me di 15 salan de qezenc kirine payîdar bimînin xebatên me dewam dikin. Kengê Tirkiye mezin bibe, pêşve biçe hinek ji vê rewşê aciz dibin. Ku li Tirkiyeyê aramî xirab bibe û îstîqrar bisekine derhal planên tarî dixine rewacê."
Wek din rexne li meşa Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu girt û wiha axivî:
"Dibe ku meriv derkeve rê û li edaletê bigere, lê divê beriya her tiştî meriv adil be. Divê dev ji gotina 'derbeya bikontrol' ya ji bo serkeftina 15ê Tîrmehê ya gel canê xwe da tê gotin berdin. Ciyê edaletê Meclis e, rê nînin."