Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
ADANA
Der barê gumanbarên ji Danîmarka, Swêd û Sûriyeyê yên li Edeneyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da hatin binçavkirin îdianame hat amadekirin û îdianame bi destê dadgehê hat qebûlkirin.
Osman Tezcanê dozgerê Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgerê Komarê yê Edeneyê lêpirsîna der barê gumanbarên ji Danîmarka, Swêd û Sûriyeyê yên li Edeneyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da hatin binçavkirin temam kir.
Îdianameya der barê gumanbarên DEAŞê da bi destê Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn ya Edeneyê hat qebûlkirin.
Di îdianameya bi destê Osman Tezcan hat amadekirin da ji bo gumanbaran ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Wek mayîn di îdianameyê da tê destnîşankirin Ebdulla El Helebiyê welatiyê Danîmarkayê ji bo dîmenên şer û pevçûnan bikişîne ji welatê xwe drone û hin melzemeyên elektronîk aniye û derbasî Sûriyeyê kiriye.
Di 11ê Kanûna Paşîn da Ebdulla El Helebiyê (45) welatiyê Danîmarkayê û Mûhemmed Tofîq Salehê (38) welatiyê Swêdê li otêlekê hatibûnn binçavkirin û di 15ê Adarê da jî Safwan Qahwatiyê (23) welatiyê Sûriyeyê hatibû binçavkirin.