05 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li TRTyê di bernameya ku beşdar bû de rojev nirxand û bersiva pirsan da.
Erdogan der heqê FETO de got ku "Me nekarî ku em heta heyama Nabî Beg di mijara dersxaneyan de pêngavekî biavêjin. Ew salên me yên winda bûn. Helbet niha hûn jî serokwezîr in lê heta cihekî, hûn ji hevalên xwe re her tiştî qise dikin. Israr, israr, israr... Tabiî mirov bêtir nikare wê de biçe û van mirovan herî zêde ji dersxaneyan ev pere qezenc kir."
- "Em dikarin îstixbaratê di bin heman banî de kordîne bikin
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Em hemû teşkîlata îstixbaratê hem MÎT hem Ewlehî jem jî Jendirmeya îstixbaratê... Niha wekî ku hûn dizanin pêvajoya girêdana ewlehî û jendirmeyan a bi Wezareta Karên Navxweyî ve heye. Ji ber wê jî em dikarin ku vir îstixbaratê jî di bin heman banî de kordîne bikin. Xebateke wiha. Xebata der heqê vê yekê de îro pêşkêşî min kirin. Em ê vê bi Birêz Serokwezîr re jî parve bikin û binirxînin. Em ê li serê biaxivin ka em ji niha pê ve dikarin pêngavên çawa biavêjin."
Serokomar Erdogan got ku "Rêxistina îstixbaratê ne rêxistineke wisa ye ku qeweta wê bê birîn" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke der barê rêxistina îstixbaratê de pêngavek bê avêtin an jî karek bê kirin, hikûmetê nirxandina vê bike, li gor wê heke bi me re jî îstişare bike dê bike û biryara xwe bide. Em her dem di bernameyên televîzyonê de ev qas li ser rêxistina xwe ya îstixbaratê bisekinin em ê teşkîlata xwe bînin asteke wisa ku nekare bixebite. Min di serî de got, min got ku 'zeafeke îstixbaratê heye'. Lê gelo li dinyayê welatên ku zeafa îstixbaratê lê tunebin heye? Ha ji we re Amerîka, Rûsya, Almanya, Fransa, Îngilistana Ewropayê hemûyan... Hûn di hemûyan de dibînin ku di gelek çalakiyên terorê de zeafên îstixbaratê hene."
- "Ev taqiyeyê gelekî gelekî baş dikin"
Serokomar Erdogan der heqê girtina yawerên xwe de got ku "Niha der heqê wan de gumanên me hebûn. Ji ber şikên me me ji heval, hogir ji hemûyan pirsî. 'Lê bipirsin ka kî ye?' Me heta der heqê gund û taxên wan de lêkolîn dakirin. Her kes ji me re got 'Wiha baş e, wisa baş e...' Her vê dibêjin. Ev taqiyeyê gelekî gelekî baş dikin. Xwe gelekî baş vedişêrin. Ji ber ku baş jî vedişêrin jixwe referansên ku tên erênî ne."
Serokomar Erdogan li ser pirsekî der heqê şeva teşebûsa derbeyê çima nekarî ku bi rayedarên MÎTê re bikeve têkiliyê wiha axivî:
"Min nekarî ku têkiliyê daynim lê ew dibe ku ji ber wan şertan be ku ew wê demê di nav de bûn. Ew jî ji xwe der barê vê yekê de wisa dibêjin û ew gihan midûrê min ê parastinê. Bi axaftina bi midûrê min ê parastinê re hin pirsên wekî 'Li cihê ku hûn lê ne gelo tu pirsgirêk hene yan na?' tiştên wisa pirsîne. Tabiî dil dixwest ku xwezî wê demê, ez di îstirahatê de bûn, min rakin, bila bi min re biaxiviyan."
- Berteka Rojava ya hember teşebûsa derbeyê ya FETO
Serokomar Erdogan der heqê berteka rojava ya der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO de got ku "Bi nûçeyên derew û asparagas mixabin ku hê jî di vê pêvajoyê de 'Feqet, lê belê, encax...' hewl didin ku bi van kar bi rê ve bibin. Hûn ê nekarin ku berhêlî bikin, hûn ê nekarin ku vîna neteweyî ya li vî welatî bitefînin, nekarin bidin sekinandin. Hûn ê nekarin vî welatî parçe bikin, dabeş bikin. Dibe ku kesek ji me bimire lê dê hezar kes sax bibe. Ji ber ku di rihê vî gelî de ev heye. Wekî simbilên genim, meydan heta sibê vê nîşan didin."
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji Londonê, Parîsê vir de û wir de beredayî diaxivin û ev kar wisa nabe. Ka nûnerekî xwe bişîne ku bila vir, li welatê demokrasiyê bibîne ka çawa xwestine ku dijî pergala parlementer a demokratîk derbeyê bikin, were vê di cî de bibîne. Werin carekê bibînin ku ew haşhaşiyên ku hûn li welatê xwe cî didinê çi kirine. Hûn dikarin ku ji bo Tayyîp Erdogan bibêjin 'dîktator' dibe ku hûn îqtidara wî neecibînin. Însaf bikin û werin bibînin ka li welêt çi heye."
- "Derxistina atmosfereke wiha bi rastî jî mirov difikirand"
Serokomar Erdogan li ser pirsekî der heqê şeva teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê ya ku ji aliyê FETO ve hat kirin de got ku "Hesta ku 15ê tîrmehê di min de peyda kir, li welatê min bi rastî jî heke ez hesteke wiha hîs bikim, bifikirim ev li welatê min qet lê qet nedihat hiş û xeyalê min, di heyameke ku rihê yekîtî, bihevrebûn û piştevaniyê ev qas baş diçû de derxistina atmosfereke wiha bi rastî jî mirov difikirand."
Erdogan got "Hat gotin tiştê ku tê kirin sûcê destûra bingehîn e û çiqas hat ragihandin ku dê dijî van çi bê kirin û ew helwesta serbilind a vir, daxuyaniyên di vê mijarê de yên ku ji aliyê hin meqamên eskerî ve hatin dayîn, vana tabiî atmosfer di demekî kurt de veguherand ser rêya erênî û berovajî kir."