Serokwezîr Ahmet Davûtoglû beşdarî bernameya hevpar a zindî ya NTV-Starê bû û li vir pirsên rojnamegeran bersivand.
Serokwezîr li ser pirsa "Tê gotin ku welatiyên Tirk ên li Mûsilê DÎŞIyê ew dîl girtibûn bi rêya veguherînê hatin xilaskirin, gelo ev rast e?" wiha got: "Serdemên wiha gelek krîtîk in. Ji 11ê hezîranê vir ve ne bi tenê wezîfedarên ku DÎŞIyê ew dîl girtibûn, hemû wezîfedar û welatiyên me yên li vir jî di pêvajoyeke krîtîk re derbas bûn."
Davûtoglû got: "Ya rast ev ne tenê serkeftina wezîfedarên ku bi pêvajoya krîtîk re mijûl bûn e, ya rast ev serkeftina Tirkiyeyê ye. Kesên heta niha ji derve ve Tirkiye dinirxandin, ji Tirkiyeyê re rêz digirtin lê piştî vê pêvajoya krîtîk îtîbara Tirkiyeyê zedetir bû û ew welat zêdetir rêz digrin."
-Pêvajoya çareseriyê
Davûtoglû li ser pirsa der barê pêvajoya çareseriyê de jî got ku par jî di destpêka serdema perwerde û hîndekariyê de dibistan hatibûn protesto û boykotkirin. Lê piraniya pirsgirêkên di vê mijarê de hatin çareserkirin, di pêşerojê de dê her tişt asan be, tiştekî derasayî dernekeve hemberî me û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo herêmê jî gelek girîng e û destkeftiyên wê gelek in."
Davûtoglû got ku pêvajoya çareseriyê di qadeke bi ewle de tê birêvebirin û ev yek me bextewar dike û wiha berdewam kir:
"Heke îro li Sûriye û Iraqê şer nebûna dê pêvajo zûtir bigihişta encamekî. Lê ji ber bûyerên li herêmê pêk tên pêvajo jî dixitime. Em li vir bangî hemû aliyên ku bi pêvajoya çareseriyê re aleqeder dibin û piştgiriyê didin pêvajoyê dikin; divê pêşî em vê pirsgirêka welatê xwe çareser bikin piştre alîkarî bidin Kurd, ereb û tirkmenên li welatên din. Divê em li wan jî xwedî derkevin, ev wezîfeya me ye. Dema ku em bala xwe didin Tirkiyeyê, em dibînin ku hin alîyên provakatîf hewl didin ku pêvajoyê provoke bikin, lê limîtek bê zordariyê heye divê zêdetir zorê nedin û hay ji xwe hebin. Ev pir girîng e. Dixwazin bila vê an wek daxwazek an jî wek hişyariyek binirxînin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha berdewam kir:
"Bila hin kes nebêjin 'pêvajoya çareseriyê tê birêvebirin, em dikarin di vê serdemê de rêyan bibirin', bila nebêjin 'em dikarin vê bikin', 'pêvajoya çareseriyê tê birêvebirin hêzên ewlehiyê bertek nîşan nedin.' Heke ev angaşt berdewam bike dê ber li pêvajoyê bê girtin. Lewra mirov encax bikaribe pêvajoyê di qadeke aram de birêve bibe, heke şer û pevçûn hebe dê pêvajo nebe. Heke qadeke aram hebe dê pêvajo jî bê birêvebirin lê bila hin alî destkeftiyên pêvajoyê wek serkeftinê ku wan bi hewldana xwe bidestxistiye nîşan nede. Pêvajo bi yek alî nehat birêvebirin. Hikûmûte me û saziyên civakî yên sivîl zehf ked dan. Ez bawerim di pêşerojê de dê pêvajo bi hêztir bibe û berdewam bike."