07 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina komî û avahiya xizmetê ya Şaredariya Eyyûbê de axivî.
- "Terorîst dijminên herî mezin ên îslam û şaristaniya îslamê ne"
Serokomar Erdogan got ku terorîstên ku serî jê dikin, destdirêjiyê dikin, miletê mesûm dikujin û dest didin ser mal û milk û xera dikin dijminê herî mezin ê Îslam û şaristaniya Îslamê ne.
Erdogan diyar kir ku misilman li pey xerakirinê nîne ava dike, li pey kuştinê nîne bo jiyînê hewl dide, li pey dijminahiyê nîne li pey muhebetê ye û ew kes e û got ku misilmantî heke îro li Efrîkayê, li Asyaya Başûr û li ser erdnigariyên ku jimara misilmanan lê zêde ye hebe ev bi saya dilxweşkirinê ye.
- "Tu dikarî bi kî re li hev bikî bi wan re jî li hev bike"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tirkiye ji çar aliyan ve di bin êrîşa rasterast û nerasterast a rêxistinên terorê û yên ku piştgirî didin wan de ye û niha lê binêrin ku YE dibêje ku 'Hûnê ji bo vîzeyê qanûna têkoşîna dijî terorê biguherînin'. Pêşî hûn çima zihniyeta xwe ya ku destûre dide terorîstan ku li ba Parlementoya Ewropayê kon vede naguherînin? Tu dê bihêlî ku terorîst kon vedin û ji wan re derfetan pêk bînî û bibêjî ku tu vê yekê li ser navê demokrasiyê dikî. Bibêjî me jî ku 'ez ê vîzeyê rakim lê şert vê, guherîna vê ye...' Qusûrê nenêre, hadê em diçin rêya xwe, tu jî here riya xwe. Tu bi kî re li hev dikî bi wan re jî li hev bike."
- "Ez spasiya Birêz Davutoglu dikim"
Erdogan biryara kongreyê ya AK Partiyê nirxand. Erdogan bi bîr xist ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu eşkere kir ku di vê kongreyê de nabe namzed û wiha axivî:
"Ez hêvî dikim ku biryara kongreyê ya AK Partiyê, ev biryara ku Birêz Serokê Giştî, Serokwezîr li gor madeya 70emîn a tuzukê da û di heman demê de biryara Birêz Serokwezîr a wekî dê nebe namzed ji Xwedê dixwazim ku bibe wesîleya xêrê. Ez pêşî ji ber xizmetên ku di seranserê serokwezîriya xwe ya 20 mehî de ji bo xizmetên bi qîmet ên ku da li ser navê xwe, navê gelê xwe spasiya Birêz Serokwezîr dikim. Tu kes ew kesê ku ji bo gelê me xizmet kiriye ji bîr nake. Ez wisa bawer dikim ku Birêz Serokwezîrê me jî bi xizmetên xwe di dilê gelê me de xwedî cihekî mustesna ye. Ez jî di hizûra we de spasiya Birêz Davutoglu yê ku pêşî serşêwirmendiya min kir, pişt re em wek Wezîrê Karên Derve çendî salan bi hev re xebitîn û di van 20 mehên dawîn jî wek Serokwezîr em bi hev re dixebitin re bikim."
Serokomar Erdogan got "Niha ew kesê ku di kongreya di 22yê gulanê de bê hilbijartin dê vê alayê ji Birêz Davutoglu bistîne û pêşbaziya xizmetê dê bi vî awayî berdewam bike. Ya girîng ew e ku em bi xebatên xwe yên ku me berpirsyarî hilda ser xwe de hem li hember gelê xwe hem jî di hizûra Xwedayê xwe de îbra bikin. Ez ji niha ve ji bo hevalê me yê ku dê peywirê bigire ser milê xwe serkeftinê dixwazim."
- "Em divê pergala serokatiyê demildest pêşkêşî tesdîqa gelê xwe bikin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku hewca nake ku ji pergala serokatiyê bitirsin û got ku 'Em divê demildest pergala serokatiyê pêşkêşî tesdîqa gelê xwe bikin.'
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hem ji bo nifşên me yên teze hem jî ji bo bi sedan milyon kesên ku hêviya wan ji Tirkiyeyê heye dibê em hêzdar bisekinin. Ji bo hêzdarbûnê jî dibê di dewsa vê sîstema ku her tim ji ber wê qirîz derdikevin derbasî sîstema serokatiyê ya ku garantî û îstiqrarê tîne bibin û vê jî pêşniyazî gel bikin û ew destûrê bidin. Heke kesên ku fikrên wan ên ji vê baştir hene bira derkevin bêjin em bi hev ra binirxînin û li ser têkevin nîqaşan. Em ê ji hemûyan îstifade bikin. Derdê me ew nîne ku xwediyê baxçê bikutin derdê me ew e ku mêweyan bixwin. Em ji kesên ku amadehiyeke wan a wisa tune ra jî dibêjin ji me ra nebin bar bes e."
- "Dê wek serokê yekemîn ê Tirkiyeyê dest bi peywirê bike"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hikûmeta 64emîn li ser peywirê ye û piştî 22yê gulanê dê hikûmeta 65emîn bê avakirin û wiha berdewam kir:
"Bi heman awayî ez wek Serokomarê 12emîn li ser peywira xwe me. Piştî ku em derbasî pergala serokatiyê bibin ew kesê ku dê bê ser vê peywirê dê wek serokê yekemîn ê Tirkiyeyê dest bi peywirê bike. Hewce nake ku mirov ji vê guherînê bitirse. Bereksê wê em li bendê ne ku her kes piştgirî bide vê guherînê. Em dizanin ku ew kesên ku mijarê şexsî dikin ji berpirsyariya hember gel û welêt direvin."