TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di komcivîna partiya xwe de axivî.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku "Wek Tirkiye em Îran û Erebistana Siûdî dost û mitefîk dibînin û ev her du welêt ji bo alema îslamê du welatên girîng in. Di navbera van her du welatan de rageşî zêde dibe û mixabin ku di vê rageşiyê de potansiyelek wisa heye ku qadên rageşiyê yên li herêma me bêtir zêde bike. Em hêvî dikin ku hemû welatên li herêmê bi eqlêselimî li ser vê mijarê bisekinin û şûna ku rageşiyê zêde bikin divê wisa tevbigerin ku rageşî kêm bibe."
- "Çima zarokên we li wan hendekan nînin"
Davutoglu di axaftina xwe de pirsên wekî "Ez bangî ew kesên ku ji ser xwîna mirovan xeyalên xweseriyê dikin, dikim: Çima li wan hendekan zarokên yekî ji we tune? Çima zarokên we li wan hendekan nînin? Hûn ji ser zarokên xelkê, dahatûya wan ji destê wan distînin gelo ev têkoşîne xweserî?"
Davutoglu got "Ma canê we biqîmet e lê heyfa canê wan zarokên biçûk, mirovên ku hûn wir hendekan bi wan didin kolan nîne? Hûn dikevin hişê wan û wan şûna dibistana dişînin wir û hûnê bedêla vê yekê bidin?" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Yê ku dê wan zarokan xilas bike em in. Yê ku dê ciwanan ji nav wan hendekan derxîne û bişîne hêwanên zanîngehê û amfiyan dîsa em in. Çime li ber derê sîteyên luks ên ku hûn wir rûdinin tune? Hûn di nav luksê de dijîn û çima hewl didin ku vê jiyana xwe bi xirakirina jiyanên kesên din bidomînin? Ew birayên me yên ku we digot qaşo em ê wan xilas bikin rûyê we yê rastîn dîtin û ji we dûr dikevin. Bi îzna Xwedê dê ew birayên me, welatiyên me hemû di nav atmosfereke aramtir de vegerin malên xwe. Ez ji vir soz didim. Ew birayên me hemû dê vegerin malên xwe. Heke şert û merên ku bikarin di malên xwe de bijîn tunebin em dê wan malan bi awayekî herî baş îmar bikin û bidin wan."
- "Heta hemû navçe bên paqijkirin dê têkoşîna me berdewam bike"
Davutoglu bi bîr xist ku di roja dawîn a sala borî de lûtkeya ewlehiyê kirin û di vê lûtkeyê de bi hemû yekîneyên ewlehiyê re nirxandin kirin û wiha axivî: "Telîmata ku me wir da jî eşkere ye. Heta ku hemû navçe bên paqijkirin, bergiriyên li hemû kolanan bên rakirin û hemû hendek bên girtin, hemû mal bigihêjin asta aramî û ewlehiyê dê ev têkoşîna me berdewam bike. Em dê kêliyekî jî dudiliyê nekin."
Davutoglu diyar kir ku heta hemû çiya, deşt, keviyên Dîcle û Firatê bibin cihên ku mirov lê di nav aştî û ewlehiyê de dijîn dê vê têkoşînê berdewam bikin û nirxandina "Ew kesên wisa bawer dikin ku em ê paş de gav biavêjin, bisekinin bila bizanin ku vîna me diyar e, biryara me teqez e û encam jî mutleq e."
Davutoglu ev gotin:
"Mafê tu kesî tune ku vî welatî zordestiyê bike. Li tu nêrîneke hiqûqê de jî nikarin ji bo parastina teror û şîdetê bibêjin siyaset. Ev ji aliyê hiqûqê ve sûc e. Li tu welatê ser dinê nayê qebûlkirin ku siyasetmedar bi vî awayî berbiçav û namerdane bibin piştgirê terorê. Bedêleke vê yekê heye. Siyaset navê wê saziya ku pirsgirêk bi axaftinê tê çareserkirin e. Ji bo vî li welêt hilbijartin tên kirin. Ev welêt hilbijartinan ji bo wê dike û hûn çi dikin? Ne wekî partiyeke ku ketiye hilbijartinê û di parlementoyê de parlementerên wê hene tevdigerin, wekî şax û berdevkê rêxistina terorê tevdigerin û di demokrasiyê de tu meneya vê yekê tune. Ev ji aliyê hiqûqî ve jî sûc e, ji aliyê wijdanê ve jî sûc e. Divê her kes jî vê yekê wiha bizane. Vî welatî tu mesafeya ku dê bi terorê re bê bidestxistin tune. Heta dawî li her cûre çalakiyên terorê bê dê bi biryardarî têkoşîna me berdewam bike. Em înşeallah soz didin gelê xwe ku di sala 2016an de ji bo ku em atmosfereke ji şîdetê azad, atmosfereke demokratîk a di nav aştî û aramiyê de tesîs bikin em ê şev û roj bixebitin."
- "Ji Xabûrê re dikarin bikevin welêt û ji welêt derkevin"
Davutoglu bi bîr xist ku Deriyê Sînor ê Xabûrê ji 14ê kanûna pêşîn a 2015an pê ve ji ber ewlehiyê hatibû girtin û wiha axivî: "Gelê me dizane ku ew kesên ku bûn sedem ev derî nexebitin û kî jî piştgirî didin vê terorê. Gelê me dibîne ku kî gelê herêmê mexdûr dike, kî bi nanê îxracatker, îthalatker û karkerên me dilîze."
Davutoglu destnîşan kir ku wek hikûmeta AK Partiyê ji bo ku demildest jiyanê normalîze bikin û di nav gel de aramiyê çêkin hewl didin û wiha axivî: "Birêz Wezîrê me bi hevalên me yên eleqedar ên bi wî re li deriyê sînor lêkolîn kirin. Me îro ketin û derketina welêt dîsa da destpêkirin. Îro ji sibê ve ketin û derketina ji Xabûrê dest pê kiriye û ewlehiya rê hatiye pêkanîn. Xwedê bike wesîleya bazirganiyeke bi xêr û ber."
- "Em di nav xeleka agirîn de ne"
Davutoglu qal kir ku li herêma ku Tirkiye di nav de ye pirsgirêk berdewam dikin û got "Em di nav xeleka agirîn de ne. Germahiya wê xelekê hemû herêmê gelekî tehdît dike."
Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist ku pirsgirêkeke nû li ser pirsgirêkên berdest zêde bû, di navbera têkiliyên Erebistana Siûdî û Îranê de rageşiyeke mezin derket û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li Erebistana Siûdî yek jê meleyekî şiî û 44ê wê jî mensûbên El Qaîedeyê 47 kes hatin darvekirin û li ser vê yekê rageşî derket. Agir bi Balyozxaneya Tehranê ya Erebistana Siûdî û avahiya qonsolosxaneyê ya li bajarê Meşhedê xistin û rageşî bêtir geş bû. Misyonên dîplomatîk ji aliyê peymanên navneteweyî ve tên parastin û divê di her cure atmosferên rageşî û pevçûnê de jî di bin ewlehiyê de bin. Em wek welatekî ku di rabirdûyê de dîplomat û misyonên wî yên dîplomatîk rastî êrîşî hatiye, bi çi hincetê dibe bila bibe êrîşên ser mîsyonên dîplomatîk nayên qebûlkirin, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Niha mixabin ku têkiliyên di navbera her du welatan de hema bêje xilas bûne.
Em ji mêj ve dibêjin ku rageşî û pevçûnên mezhebî li herêma me di bin sedema pirsgirêkên mezin. Mixabin ku bi tesîra aloziyên ku li herêmê derdikevin jî ev hesasiyet nayê parastin û rageşiyên mezhebî her ku diçin zêde dibin. Wek Tirkiye em Îran û Erebistana Siûdî dost û mitefîk dibînin û ev her du welêt ji bo alema îslamê du welatên girîng in. Di navbera van her du welatan de rageşî zêde dibe û mixabin ku di vê rageşiyê de potansiyelek wisa heye ku qadên rageşiyê yên li herêma me bêtir zêde bike. Em hêvî dikin ku hemû welatên li herêmê bi eqlêselimî li ser vê mijarê bisekinin û şûna ku rageşiyê zêde bikin divê wisa tevbigerin ku rageşî kêm bibe. Em wisa difikirin ji bo ku ev rageşî tesîreke neyinî li ser ewlehî, îstiqrar û aştiya welêt neke bi eqlêselimî tevbigerin, demildest rê bidin qenalên dîplomatîk."
Davutoglu destnîşan kir wek Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de amade ye ku her cure hewldanên erênî nîşan bide.
news_share_descriptionsubscription_contact
contact_the_ombudsman
is_there_an_error_in_this_story
