28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ANKARA
Akif Çagatay Kiliç: "Em ê li hember kesên ku dixwazin fitne û ficûrê derxin bibin yek û li Tirkiyeyê kok û acara FETOyê biqelînin."
Akif Çagatay Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Ciwan û Werzişê Akif Çagatay Kiliç got ku di çarçoveya têkoşîna dijî FETO da ji wezaretê 322 kes ji peywirê hatin dûrxistin.
Kiliç diyar kir ku armancên wan ê 2023, 2053 û 2071an hene û wiha dewam kir: "Em ê bi hevra ber bi van armancan bimeşin, em dizanin lê divê em li hemberî wan kesan jî hişyar bin ku dixwazin fitne bixin navbera me, cudahiyê bixin nava welatiyên me. Ez bawer im ku emê di kurtedemekê da bi şêweyeke xwedan biryar, koka van li Tirkiyê biqelînin."
Akif Çagatay Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê der barê FETOyê da wiha peyivî: "FETO zêde nekariye bikeve saziyên me yên Midûriyeta Giştî ya Spor û Saziya Wargehên Krediyê û şaxên wan ên li Anadoluyê. Belkî ji ber taybetiyên xwe û belkî jî giringî nedanê û zêde bi cî nebûne. Helbet em nikarin bibêjin ku neketinê, lê me demildest tesbit kir û ji wezîfeyê dûr xist."
Akif Çagatay Kiliç der barê hewla derbeyê da wiha xeberda: "Hemû dinyayê di 15ê Tîrmehê da dît ku eva hoviyan dikarin çi bikin û hewl bidin. Hûn radibin bi F16ên ku milet amenetî we kiriye va êrîşî gel, Kuliyeya Serokomariyê û saziyên din dikin. Ev çito bêaqiliye. Peyîva îxanetê li ber vê kêm dimîne. Ev ji îxanetê wêdatir e."
Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê der barê federasyonan da wiha got: "Li wir jî xebatên me dewam dikin. Ji bo lijneyan kordînasyoneke me ya ku baş heye."
Akif Çagatay Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê der barê wargehên xwendekaran da wiha got: "Em ê di sala 2017an da kapasîteyê derxin 681 hezarî, di dawiya sala 2018an da derxin 712 hezarî û di dawiya sala 2019an da jî derxin 750 hezarî. Armanca me ew e ku em kêmasiyên di vî warî ji holê rakin."
Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê der barê bicîkirina xwendekaran da wiha got: "Di wargehên xwendekaran da me cara 4an jî xwendekaran bi cî kir. Dibistan teze dest pê dikin. Berê di nav 60 rojan da amadehî dihatin kirin. Em li gor daneyan kotrolên xwe dikin. Pêwistiya kê hebe em pêşiyê cî didin wan."
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç der barê hêviyên ji Olîmpiyatên Rîoyê ya 2016an da wiha axivî: "Çaxa ku em li kapasîte, potansiyel û nifûsê Tirkiyeyê mêze dikin, bi eşkere dibêjim, ya ku dihat hêvîkirin çênebû. Encama potansiyela me ev nîne."
Akif Çagatay Kiliçê Wezîrê Spor û Ciwaniyê ji bo alîkariya ku bidin kilûbên sporê wiha peyivî: "Em ê piştgiriyê bidin kilûbên sporê. Xebatên li ser bacê jî em bi Wezareta Darayiyê ra dikin. Em bi lez dixebitin û wexta biqede. Di destpêka vekirina Meclisê da em ê çareser bikin û di vê mijarê de alîkariyê bidin û barê yên amator jî sivik bikin."
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç der heqê sporvanên berhevkirî da jî wiha xeberda: "Em di vê mijarê da xesas in lê deriyê me vekiriye. Helbet em dixwazin ewilî piştgirî ji bo sporvanên me yên ku li welatê me hatine dinyayê, mezin bûne bê dayîn û li wan xwedî bê derketin. Lê di navberê da sporvanên navneteweyî ku dema bixwazin li ser navê Tirkiyeyê hewl bidin û xwedî wê performans û potansiyelê bin em derfetê didin wan û di vê mijarê da tu endîşeya me tuneye."