Nihat Kavşut
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Di danezana encama civînê da em ê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."
Beriya Civîna Derasayî ya Konferansa Zîrweya Îslamê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî Civîna Amadekariyê ya Konseya Wezîrên Karên Derva dest pê kir.
Çavuşoglu wek serokê rûniştinê axivî û der barê Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî da wiha got, "Di danezana encama civînê da em ê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di xeberdana xwe da wiha got, "Divê meqamên Îsraîlê û eskerên Îsraîlê yên guleya berdidin însanên mesûm hesab bidin."