31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
KILÎS
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Emê qira wan bêbextên, terorîstên ku him li Sûriyeyê û him jî li Tirkiyeyê qestî canê milet dikin bînin. Navê wî welatê ku wê hesabê wan tiştên hatine serê we bipirse jî Tirkiye ye."
Yildirim Navenda Mayînê ya Oncupinara Kilîsê ziyaret kir û xîtabî penaberên sûriyî yên li wir dimînin kir.
Serokwezîr destnîşan kir ku ewê hem li Sûriyeyê û him jî li Tirkiyeyê qira kesên ku qestî canê mirav dikin bînin û wiha pê da çû: "Em ê wan hemûyan ji holê rakin. Kesên van tiştan bi serê we de tînin em ê hesabê wê dinya xwe dengê xwe neke jî bipirsin."
Yildirim ragihand ku Heleb cihekî girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo me Konya çi be, Diyarbekir çi be, Urfa çi be, Kilîs çi be, Entep çi be, Heleb jî ew e. Em hemû zarokên heman şaristaniyê ne, bajarên me jî wek me birayên hev in. Tirkiye li Helebê ji bo xilaskirina 46 hezar xwîşk û birayên me û bi sax û silametî derxistinê hewl da lê mixabin di dema vê hewlê da welatên rojavayî û welatên ku dibêjin ji bo pêşketina şaristaniya dinyayê pêşîkêş bûne li zilma li Heleb û Sûriyeyê mêze kirin."
Rewşa penaberên sûriyeyî yên ku li çar aliyê dinyayê niha di halekê xerab da ne jî di rojeva Serokwezîr Yildirim da cih girt û ji bo wê yekê jî got: "Li dinyayê ji her 5 penaberan yek xelkê Sûriyeyê ye. Şikûr ji Xwedê ra ji wan 5 penaberan 3 niha îro li Tirkiyeyê ne û Tirkiye li wan xwedî derdikeve. Em ji vê gelekî kêfxweş in."
Ji bo alîkarî û pereyê ku Tirkiyeyê bo penaberên sûriyî xerc kir jî bi bîr xist û wiha dewam kir: "Heta îro me wek Tirkiye (Ji bo penaberên sûriyeyî) 25 milyar dolar pere xerc kir, xweş helal be. Em zêdetir jî dikin. Ewropa û welatên din bi tenê ji me ra dibêjin 'we baş kir, em spas dikin, hûn xwedan xêr in' dev ji şîreta berdin piçekê jî hûn alîkariyê bikin."