01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê zaroka ewil a sala 2017an hat dinyayê. Bavê Zarokê Suleyman û diya wî Amîne Çeçen navê derguşa xwe danîn Sudeysî.
Zaroka ku kur e, 3 kîlo û 300 gram e, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Diyarbekirê hat dinyayê.
Amîne Çeçena diya zarokê got ku ew kêfxweş e ku zaroka wê serê salê hatiye dinyayê.
Suleyman Çeçenê bavê zarokê jî wiha got: "Ev zaroka me ya duyem e. Ez ê navê wî daynim Sudeysî. Hêvî dikim ku sala nû aştî û aramiyê bîne welêt."