İbrahim Atmaca
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ANKARA
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna sanayiyê yên tîrmehê eşkere kir.
Li gor vê hilberîna sanayiyê ya neplankirî di tîrmehê da li gor heman meha par ji sedî 5,6 zêde bû.
Hilberîna sanayiyê ya neplankirî û ne li gor demsalê jî di tîrmehê da li gor meha beriyê ji sedî 3,5 zêde bû.
Li gor daneyên TUÎKê endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî di tîrmehê da li gor heman meha par ji sedî 7,9 zêde bû. Di vê heyamê da endeksa ku 121,2 hat hesabkirin, di tîrmeha par da 112,4 bû.
Dema ku meriv li sektorên girêdayî sanayiya neplankirî û ne li gor demsalê mêze dike, di tîrmehê da endeksa sektora madenkarî û kana keviran li gor meha hezîranê ji sedî 1,9 kêm bû, endeksa sektora sanayiya çêkirinê ji sedî 3,9, endeksa hilberîn û belakirina ceyran, xaz, dûkel û qenckirina rewşa hewayê ji sedî 2,2 zêde bûn.
Dema ku meriv li sektorên girêdayî sanayiya neplankirî mêze dike jî endeksa sektora madenkarî û kana keviran li gor heman meha par ji sedî 8,5, endeksa sektora sanayiya çêkirinê ji sedî 5,6, endeksa hilberîn û belakirina ceyran, xaz, dûkel û qenckirina rewşa hewayê ji sedî 3 zêde bûn.
Hilberîna komên sanayiyê ya sereke ya neplankirî di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 10,8 di sektora teknolojiyê da zêde bû.