17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di operasyonên navbera 10-17ê Îlonê da jê 2 qaşo payebilind, 46 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di nav hefteyekê da 2 hezar û 575 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da bi hinceta alîkarî/piştevaniya rêxistinên terorê kirine û bi rêxistinan ra têkildar in 606 jê ji ber sûcê terorê (PKK/KCK 138, DEAŞ 37, FETO/PDY 402, rêxistinên çepkir 209), 4 hezar û 233 jê ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê, 91 ji ber sûcê koçberiya bêdestûr, bi tevahî 4 hezar û 930 kes hatin binçavkirin.
Firat Dagdelenê navê wî yê kod "Şerwan Çewlik" e û navê wî di lîsteya gewr a terorîstên ku Wezaret li wan digere da heye û Sabrî Kartal jî di nav da jê 2 qaşo payebilind 46 terorîst (16 kuştî, 20 sax/birîndar, 10 teslîmbûyî) hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li 8 bajaran 13 sitargeh û şikeft hatin xirabkirin.
Di operasyonan da 4 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhakirin. 51 bombeyên destan, 116 kîlo teqemenî, 20 çekên lûledirêj û 6 hezar û 74 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin
- Dest dan 145 lître mazota qaçax
Li dijî hişbir û qaçaxcîtiyê jî operasyon hatin kirin û di van operasyonan da bi tevahî 146 kîlo û 707 gram madeya hişbirê, 56 hezar û 987 hebên hişbirê û 974 serî kirkirk hatin bidestxistin.
Her wiha 285 hezar û 419pakêt cixareya qaçax û 145 hezar û 83 lître mazota qaçax hat girtin
- Dijî firoşkerên hişbirê operasyon
Di operasyonên dijî firoşkerên hişbirê da 583 şikbar hatin girtin. 88,3 kilo hişbir, 15 hezar û 204 hebên hişbirê, 433 serî kirkirk û 31 çek hatin bidestxistin.