Ahmet Aydın
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
NÎGDE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû ziyareta gora şehîdê 15ê temûzê Omer Halîsdemîr.
Erdogan piştî mitînga li navenda bajarê Nîgdeyê derbasî bajarokê Çukurkuyuya girêdayî navçeya Borê bû.

Erdogan li wêderê çû ziyareta gora şehîd Omer Halîsdemîrê ku dema hewla derbeyê ya FETO ya 15ê temûzê, generalê derbekar Semîh Terziyê ku dixwest Fermandariya Hêzên Taybet bidest bixe, kuşt û seyra hewla derbeyê guherand.

Erdogan li goristana şehîdan due kir û kulîlkên gorê av dan. Dema ziyaretê de bavê şehîd Hasan Huseyin Halîsdemîr, birayên wî Soner û Dogan Halîsdemîr jî refeqeta Serokomar Erdogan kirin.
Erdogan dema ziyaretê de silav da kesên ku li wêderê pêşwaziya wî kirin û digel hinek welatiyan fotograf girt.