05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp erdogan bi Selman bîn Abdulazîz Al Sûûdê Qralê Erebistana Siûdî re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan di axaftinê de Cejna Remezanê ya Qral Selman û hemû gelê Erebistana Siûdî pîroz kir û êrîşa terorê ya menfûr a li Erebistana Siûdî şermezar kir û got ku Xwedê rehma xwe li sivîlên mesûm ên ku mirin bike û şifaya xêrê bide birîndaran.
Hat diyarkirin ku Erdogan û Qral Selman di axaftinê de biryardariya xwe ya ji bo hêzdarkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de destnîşan kirin.
Dan zanîn ku Qral Selman jî cejna hemû gelê Tirkiyeyê pîroz kir.