22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ANKARA
Tezkereya Serokwezîriyê ya der barê îlankirina Rewşa Deresayî ya ji bo 3 mehan ku li ser pêşniyaza Lijneya Ewlehiya Neteweyî (LEN) hat îlankirin û di Lijneya Giştî ya Meclisê da jî hat qebûlkirin di Rojnameya Fermî da hat weşadin.
Di jimara îro ya Rojnameya Fermî da hat bibîrxistin ku di çarçoveya benda (b) xala 3yemîn a Qanûna Rewşa Deresayî ya bi jimara 2935an û 120emîn xala Makezagonê ji 21 tîrmehê roja pêncşemê saet ji 01.00ê vir va heta 90 rojî rewşa deresayî hatiye îlankirin.
Biryara ku li ser pêşniyaza LENê ji hêla Lijneya Wezîran va di 20 Tîrmehê da hat qebûlkirin di lihevrûniştina 117mîn a Meclisê ya duh da hatibû erêkirin.