27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ÎDLIB
Rejima Beşşar Esed a li Sûriyeyê û YPG/PKKya rêxistina terorê li paytext Şamê hatin bal hev û li ser hûrgiliyên îdareya qadên ku di bin dagiriya rêxistinê da ne sekinîn.
Piştî lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê ya ku wê YPG/PKK ji Minbicê bê derxistin pêwendiya di navbera rêxistin û rejima Esed da zêdetir bû.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên ewledar hilda rejim û terorîstên YPG/PKKyê li Şamê der barê hûrgiliyên îdareya qadên ku di bin dagiriya rêxistinê da ne hevdîtin kirin.
Çavkaniyên agahî dan gotin ku di hevdîtinê da li ser mijarên şirîkatiya eskerî, aboriya xweser, entegrasyon û hevkariya li dijî Tirkiyeyê sekinîn.
Hat gotin ku rejim û YPG/PKKyê pêşnûmaya makezagonê ya Rûsyayê sala par di hevdîtinên Astana û Cenewreyê da pêşkêşî muxataban kiribû jî nirxandin û ji bo bi hev ra li ser vê metnê bixebitin jî di prensîbê da li hev kirin.
Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Îbrahîm Katfan û qaşo hevserokê Konsey/Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed beşdarî hevdîtinê bûn.
Ehmed di daxuyaniya duh da têlevizyona Rûsya Todayê da got ku ewê li ser mijarên eskerî û siyasî xeberdin.
AAyê di nûçeya xwe ya 16ê Tîrmehê da destnîşan kir ku pêwendiyên navbera rejim û rêxistina terorê zêde bûne û ragihandibû ku rêxistinê rêvebirina hin bendav û qadên vejenê yên di bin kontrola wê da ne ji bo şixulandinê dewrî rejimê kir.