27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 20-27ê Tîrmehê di operasyonên li Şirnex, Mêrdîn, Erzirom, Bîngol û bakurê Iraqê da 44 terorîst berteref kirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê hat destnîşankirin 20-27ê Tîrmehê li Şirnex, Mêrdîn, Erzirom, Bîngol û bakurê Iraqê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê operasyon hatin kirin.
Hat destnîşankirin Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 20-27ê Tîrmehê di operasyonên li Şirnex, Mêrdîn, Erzirom, Bîngol û bakurê Iraqê da 30 li nav welêt û 14 li dervayî welêt bi tevahî 44 terorîst berteref kirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 24 tiving, demançeyek, 180 guleyên curbecur, 12 guleyên rokêtavêje RPG-7ê, 7 fişengên sewqê yên rokêtavêjê, 6 guleyên topê, 5 bombeyên destan, 6 şarjor, 18 funye, 10 mayîn, 2 dûrbîn, 10 kîlo amonyum nîtrat, 21 tûp û teqemeniyên curbecur hatin qefaltin.
Li gor agahiyan di operasyonan da 6 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 2 esker şehîd ketin û 7 esker jî birîndar bûn.
Wek mayîn hat destnîşankirin Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di xebatên ji bona ewlehiya sînoran da ji 1ê Rêbendana 2018an heta niha 193 hezar û 773 kesên dixwestin bi qaçaxî derbas bibin qefaltin.