17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn der barê êrîşa terorê ya li Ortakoyê da got: "Eşkere ye ku êrîş li ser navê DEAŞê hatiye kirin."
Şahîn der heqê girtina êrîşkar da ragihand ku terorîst sûcê xwe qebûl kiriye û wiha pê da çû: "Ji roja êrîşê vir va Midûriyeta me ya Ewlekariya Stenbolê der heqê êrîşkar da xebateke pir cidî û girîft kir û herwiha di operasyoneke ku bi şev li navçeya Esenyurtê hat lidarxistin da kujer û kiryarê vê êrîşa menfûr hatiye qefaltin. Kiryar Abdulkadir Masharipov e. Ji Ozbekistanê ye û bûyîna wî 1983 ye. Li Efxanistanê hatiye perwerdekirin, 4 zimanan dizane. Terorîstek e ku baş hatiye gihandin û perwerdekirin."
Walî Şahîn axaftina xwe wiha domand: "Bi rastî jî polêsê me ked û emegekî mezin da. Xebateke pir baldar meşand û di vê li ser 152 adrêsan operasyon hat kirin. Di van operasyonan da 50 kes hatin binçavkirin. 168 biyanî jî li ser gumana ku terorîstên biyanî bin, teslîmî merciyên têkildar kirin. Bi terorîst ra 197 hezar dolarê Amerîkayê hat girtin. 2 demançe û şarjotên wan hatin bidestxistin."