14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Rayedarekî payebilind ê ji Wezareta Karên Derva ya DYAyê ji bo nîqaşa der heqê Kampa Başîqayê da got: "Eskerên tirk li ser vexwendina hikûmeta Iraqê ji bo perwerdekirina dildarên ji Iraqê ku li dijî DEAŞê şer bikin perwerde bike, ket Iraqê."
Rayedar diyar kir ku heke îzna Iraqê tunebe eskerên tirk nikarin bikevin wê derê û wiha pê da çû: "Ez fehm dikim ku eskerên tirk çawa ketin Iraqê. Li ser vexwendina hikûmeta Iraqê bo perwerdekirina dildarên ji Iraqê ku dixwazin li dijî DEAŞê şer bikin, perwerde bike, ket Iraqê."
Li ser pirsa "Hûn qebûl dikin ku ew li ser daxwaza hikûmeta Iraqê çûn Başîqayê? Rayedar jî got: "Belê tiştê ku ez jê fehm dikim ev e."
Rayedar civîna çapemeniyê ya ku di 25ê kanûna 2014an da Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî li dar xistibûn bi bîr xist û got ku ew zanin Iraq ji bo têkoşîna li dijî DEAŞê gazî Tirkiye û cîranên xwe yên din kir.